Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin 2019-12-28 12:43:46   AMED - Polîsan trafîkê, piştî Endezyarê Înşaetê Cîhan Can ê şevê din maşina polîsan lê qeliband û kuşt, li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Polîsan Can bi qusûr dît û xwest belgeya bi qisûr bi malbata Can bidin îmzekirin.     Maşîna zirxî ya Polîsên Hêzên Çevîk şevê din ciwanê 33 salî yê Endezyarê Înşaetê Cihan Can qetil kirin. Can ê şevê din li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Malbatê cenazeyê kurê xwe di saet 01.00’an de ji morga Nexweşxaneya Selahattin Eyubî wergirtin û di saetên sibê de li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Malbat şîna kurê xwe li Mala Şînê ya Hevedanê qebûl kir û dê şîn 3 rojan bidome.    POLÎSAN XWEST BELGEYA BI QUSÛR BI MALBATÊ BIDIN ÎMZEKIRIN   Piştî buyerê polîsên ku li cihê buyerê lêkolîn kirin Can bi kusûr dît û xwestin belgeya kusûrê bi malbatê bidin îmzekirin. Lê malbatê ev yer red kir û belge îmze nekir. Li ser vê yekê polîs ji cihê qada lêkolînê çûn. Têkildarî bûyerê polîsek hat binçavkirin. Hat zanîn ku polîsê hat binçavkirin dê îro sewqî dadgehê bikin.