Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan 2019-12-28 12:26:36 AMED – Li Amedê herî dawî duh êvarê otobusa polîsan li endeyzarê înşaetê Cîhan Can hat qelibandin û jiyana xwe ji dest da. Bi kuştina Can re li bajarên herêmê di encama maşîneyên polîs û eskeran ku li welatiyan hatine qelibandin di nava 10 salên dawî de hejmara van kesan derketiye 37 kesan. Lêpirsîn û peyketinên têkildarî van mirinan bi piranî bi “bêcezamayînê” re encam dan.    Li ber rêxistina HDP’ê ya Amedê duh êvarê polîsên çevîk otobus li endezyarê înşaetê Cîhan Can ê 33 salî qeliband û jiyana xwe ji dest da. Mirinên ji ber maşîneyên zirxî rû didin bi vê bûyera dawî ya Can re carek din hat rojevê. Li gorî “Rapora Lêkolînên Binpêkirina Mafên Mirovan ên di Encama Qezayên Qelibandina Maşîneyên Zirxî de li Herêma Rojhilat û Rojavabaşûrê Anatoliyê” di 10 salên dawî de herî kêm 63 bûyerên qelibandina maşîneyên zirxî rû dane.    Di encama van maşîneyên zirxî ku li însanan tên qelibandin 16 jê zarok 6 jê jin bi giştî 36 welatî jiyana xwe ji dest dan û 85 welatî jî birîndar bûne.    Di encama van qelibandinên maşîneyên zirxî ku zarok û mezinan jiyana xwe ji dest dane derbarê polîs û eskeran de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin, lê ev doz û peyketin ya bi biryara dozvenekirinê yan jî bi cezayên pir kêm hatin girtin.    Bûyerên bi qelibandina maşîneyên zirxî yên polîs û eskeran encam dane hin ji wan wiha ne:    ZAROKÊ 5 SALÎ BI QISÛR HAT DÎTIN    - Li navçeya Rezanê ya Amedê di 6’ê Hezîrana 2018’an maşîneya TOMA li Mehmet Tektekîn (65) hat qelibandin û jiyana xwe ji dest da. Piştî 15 mehan di 11’ê îlona 2019’an de li heman kolanê maşîneya zirxî ya polîsan li neviyê Tektekîn, Efe Tektekîn ê 5 salî qelibî û bû sedemê mirina wî. Li gorî angaştnameya bûyera zarokê 5 salî bi qisûr hat dîtin û polîs Î.A. jî nebiqûsir hat dîtin.    POLÎS LÊ QELIBAND Û REVIYA    - Li navçeya Silopya ya Şirenxê di 9’ê Cotmehê de maşîneya zirxî ya polîsan li Hamza Ogdemê 7 salî qelibî û lingê wî yê rastê şikest. Polîsê maşîne li Ogdem qeliband reviya û heta niha nehatiye dîtin.    BIRYARA DOZVENEKIRINÊ DAN KUŞTINA 5 KESAN    - Di hezîrana 2017’an de li ser rêya Licê ya Amedê maşîneya zirxî li erebeyê hat qelibandin û Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş (76), Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64) û Abdulhamît Dagtaş (63) jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîn hat destpêkirin û ajokarê texsiyê Fîkrî Demîrbaş bi qisûr hat dîtin û lêpirsîn bi “biryara dozvenekirinê” bi encam bû.    DELÎL HATIN TUNEKIRIN    - Di 22’ê nîsana 2018’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê maşîneya zirxî ya polîsan li Suphiye Yakût (51) qelibandin û birîndar bû. Delîlên qelibandina maşîneyê ji holê hatin rakirin û delîlan tune kirin.    2 ZAROK HATIN KUŞTIN LÊ 19 HEZAR TL CEZA BIRÎN    - Di 3’ê gulana 2017’an de li navçeya Silopya Şirnexê panzêra polîsan li malê hat qelibandin û Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev jiyana xwe ji dest dan. Doz hat vekirin cezayê 2 sal û mehek ku ji ajokarê panzêrê O.Y. re dihat xwestin veguherandin cezayê 19 hezar lîre pere û biryara beratê jî ji bo amirê polîsan M.M. hat dayîn.    2 SAL Û 6 MEH CEZA DAN ESKERÊ PAKÎZEYÊ KKUŞT    - Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî ya eskeriyê bi navê “kîrpî” li Pakîze Hazar hat qelibandin û Hazar hat pelçiqandin. Derbarê bûyerê de doz hat vekirin û ajokerê maşîneyê çawişê pispor S.K. bi cezayê qasî 3 salan hat xelatkirin.    BÊCEZAKIRIN HÊZ DIDE    Parêzvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedar dibêjin ji ber ku lêpirsîn û peyketinên derbarê van polîs û eskerên qezayan pêk tînin de bi piranî bêceza tên hiştin û ji ber vê yekê jî bêcezakirinê hêz dide polîs û eskeran û ev yek dibe sedema kuştina însanan.