‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’ 2017-12-09 16:37:11 ÎZMÎR – ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê daxuyanî dan çapemiyê û xwestin girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, her hefte çalakiya "Bila winda bên dîtin, ji girtiyên nexweş re azadî" pêk tîne û çalakiya ÎHD'ê di hefteya 410'an de dewam kir. Çalakvanên li ber avahiya Serokwezîrtiyê hatin gel hev, xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Denîz Bayrak daxuyanî xwend, aşkera kir ku ji ber polîtîkayên desthilatdariya siyasî, aştî pêk nayê û ev tişt got: "Her roja ku derbas dibe hejmara mirovên li girtîgehan zêde dibe. Pêkanînên li girtîgehna derketine asta herî jor."   ‘ABDURRAHMAN ŞEN, ŞANDIN MIRINÊ'   Bayrak aşkera kir ku girtiyê bi navê Abdurrahman Şen ê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dima, hefteya borî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Berî ku Şen jiyana xwe ji dest bide, 23 roj berê wê saziya tibê rapora 'Dikare li girtîgehê bimîne' daye Şen. Şen girtiyekî nexweş ê 62 salî bû, ruxmê wê jî nehat tahliyekirin. Li ber çavê raya giştî ew şandin mirinê. Divê girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan. Bayrak bal kişand ser girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Banirmayê û navê girtiyên nexweş wiha rêz kir:   *Ayhan Kavak,  bi nexweşiya Ankîlozon spondîlît (piştê xûz dike, bi wê ve girêdayî fitiqa piştê û di hestiyan de helandin pêk tê) astim, di çavan de miyopa dejeneratîf, tansiyona bilind a kronîk, guatr (a baş)   *Huseyîn Kara: Tansiyona bilind, stenta dil.   *Halîl Çelîk: Di îdrar û gurçikan de kêm heye, prostata zêde.   *Hayrettîn Engîn: Kemik erimesi, bel ve boyun fıtığı, böbrek rahatsızlıkları var.   *Hanîfî Kanat: Di dil û rehan de xitimandin, fitiqa piştê, sînûzît, mîgren, reflu, varîz û pêvajoya KOAH'ê derbas kiriye.   *Medet Sever: Nexweşiya dil, kezev qalin bûye, mîgrena kronîk, bêhn çikandin, di kezev û gurçikan de ur (a val).   *Mahmut Bîlgîç: Di stû û piştê de fitiq, sînûzît, tansiyon, berê emelyat bûye û platîn avêtinê.   *Azîz Kolanç: Bê xwînî û nexweşiya ulserê.    * Abdullah Kaya: Nexweşê astimê ye.    * Alaattîn Befre: Nexweşê guatrê.    * Malîk Demîragaç: Fitiqa piştê.    * Zekî Nas: Nexweşê dil û nexweşê sînûzîtê.   * Beytullah Arslan: Fitiqa piştê û di piyên wî de tevizandin heye.   *Bîlal Şen: Di gurçik û kîsikê zirav de nexeşî heye.   *Yusuf Yavuz: Di roviyên qalin û gurçikan de pirsgirêk heye.   *M.Nurî Tîryakî: Di rehên mêjî de xitimandin heye.    * Naîf Îşçî: Nexweşê kêmxwînê ye.    * Vedat Taş: Di med û roviyên wî de pirsgirêk heye.    * Celalettîn Elçîçek: Hemoroîd, nexweşiyên wî yên bêhalî û westandinê hene.   Abdullah Ongullu: Nexweşiya Glokom, astim, vertigo, faranjit, reflu, fitiq û gurçikê heye.    * Mehşet Sirimsi: Nexweşiya Sînus û kista mejî, epilepsi, gurçik, heye.    * Mehmet Yilmaz: Nexweşiya dil heye.    * Fehim Kina: Ji dil emeliyat bûye. Nexweşiya mîdê û dil û prostatê heye.    * Ahmet Soysal: Anjio bûye. Nexweşiya mîdê, fitiq û gurçikê heye.    * Nurullah Kalkan: Nexweşiya Hemoroid, astim, mîde heye û hebê deruniyê dixwe.     * Huseyin Ozer: Nexweşiya anemiya Akdenizê ulser, gurçik û fitiqa pişt û stu heye.    * Mecît Alagoz: Nexweşiya mîdê, anemî û hepatit B heye.    * Yusuf Birkan: Nexweşiya gurçik, akne vulgularis heye.    * Celalettin Cenap Araci: Nexweşiya Hepatit B, alerjik astim, lenf nodulu, pişit û zirav heye.    * Umît Agirbaş: Nexweşiyên migrenê heye   * Mehmet Zengeralp: Nexweşiya mîdê û piştê heye.    * Sait Kizar: Pençeşêra Mesane û prostat heye.    * Davut Ekîncî: Nexweşiya Ulsera  Kronik û Kolit heye.    * Aydin Nas: Nexweşiya çavan heye. Nabîne    * Mehmet Bakiroglu: Nexweşiya mîdê û tansiyon, prostat heye.    * Halîl Aslan: Nexweşiya bê xwînê heye.    * Hasari Yumuşak: Di sinusa jor de kist, kronik PLT heye.    * İbrahim Bakir: Nexweşiya Hepatit B heye.    * Ercan Atak: Nexweşiya Hepatit B  heye.    * M. Ali Denîz: Hepatit B heye.    * Cihat Ugraş: Çavê wî nabîne.    * Mustafa Karaboga: Nexweşiya Troid, varîkoselê heye.