Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin! 2019-12-28 09:29:55   DERSÎM - Li Zanîngeha Mûnzûrê, 13 beş hatin girtin. Lê li gelek beşên ku xwendekarên wan tunene kadroyên akademîk dixuyên. Ev kadroyên akademîk ku tev li dersekê jî nabin meaşê xwe digirin. Ji sedî 80'yê van kadroyan hemşehiryên rektor in û ji Xarpêtê ne.    Di sala 2018'an de gava Zanîngeha Mûnzûr a Dersimê hat avakirin, hejmara xwendekarên wê li dor 7 hezaran bû. Lê di sala 2019'an de hejmara xwendekaran di navbera 2-3 hezaran de kêm bû. Her çend Rektora Zanîngehê Ubeyde Îpek dibêje hejmara xwendekaran 6 hezar e jî, lê ji roja zanîngeh hatiye avakirin heta niha gelek beş hatine girtin. Piraniya van beşan jî "tabeleyên wan hene, lê xwendekarên wan tunene".    13 BEŞ HATIN GIRTIN    Di sala 2018'an de kesî qeyda xwe li Beşa Biyo Endezyarî, Endezyariya Jeolojiyê, Endezyariya Kîmyayê, Endezyariya Hawirdorê, Endezyariya Metalurjiyê û Endezyariya Zexîreyan çê nekir. Ji ber vê ev beşên navbirî hatin girtin. Piştî ev beş hatin girtin nêzî 40 hîndekarn van beşan li Dibistana Bilind a Pîşeyî hatin bicihkirin. Her wiha hejmara xwendekarên li Fakulteya Endezyariyê jî ji sedî 65 kêm bûye.    Di sala 2018'an de li Fakulteya Aboriyê jî beşa ekonometrî, aborî, karsazî, maliye, zanista siyasetê û têkiliyên navneteweyî jî hatin girtin. Nehat hînbûn hîndekarên van beşan li ku hatine bicihkirin, lê belê hat diyarkirin ku hîndekar bi awayekî rêk û pêk meaşên xwe digirin.    FAKULTE HENE LÊ XWENDEKAR TUNENE    Di sala 2012'an de Fakulteya Ragihandinê jî hat avakirin, lê belê xwendekarekî wê jî tuneye. Lê di beşê de dekanek, sekreterê fakulteyê Yûnûs Baraşir ku ajovanê rektor bû û tayînî vê beşê hat kirin, 5 peywirdarên lêkolînê û hîndekarek heye. Hat gotin hîndekarên fakulteyê bêyî dersekê jî bidin meaşên xwe digirin.    Her wiha li Fakulteya Berên Avî jî xwendekar tunene. Hîndekarên wê jî bêyî dersekê bidin meaşên xwe digirin.    REKTOR JI BO XARPÊTIYAN DIXEBITE!    Hat diyarkirin ku ji sedî 80'yê hîndekar, xebatkarên akademîk û îdarî yên zanîngehê xarpêtî ne ku Rektor Ûbeyde Îpek ku ji Xarpêtê ye. Her wiha ligel vê rektor Îpek di sala 2018'an de xwarzîka xwe Elîf Sezer jî li Fakulteya Endezyariyê û xwişka xwe Seda Gunduzalp jî li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Pêrtagê bi cih kiribû.    Têkildarî vê me xwe gihand hin xebatkarên zanîngehê. Ji bo ji kar neyên avêtin xwestin navê wan neyê aşkerekirin. Xebatkaran, diyar kir ku gelek hîndekar derî qada xwe dixebitin û gelek jê jî bêyî dersê bidin meaşê xwe digirin. Her wiha xebatkaran ji bo "qenciya" ku rektor ji hemşehriyên xwe re kiriye jî gotin: "Ên Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê diqedînin, her çi hîkmet be qismetê gişan Zanîngeha Mûnzûrê ye. Gava zanîngehê kuta dikin çend sal şûnde li vira dibin hîndekar. Rektor Ûbeyde Îpek, hem kadroya xwe ya malbatî hem jî hemşehriyên xwe pir baş diparêze".    MA / Semra Tûran