AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne 2019-12-28 09:14:22 AMED - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), cara ewil e ji bo lêkolînkirina şideta di dema şermezarkirina qedexeyên derketina derve de biryara binpêkirina mafan da. AYM'ê, biryara "neşopandinê" ya ji bo giliya kesekî ku bi fîşeka gazê birîndar bûbû bêyî ku bê lêkolînkirin hatibû dayîn, betal kir.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo biryara "neşopandina" di dema xwepşandanan de ku derbarê "mudaxilekirina tund" û "muameleya xirab" a hêzên dewletê de biryareke emsal da. Dadgehê, di biryara xwe de diyar kir ku heta bûyer neyê lêkolînkirin divê biryara "neşopandinê" neyê girtin. Cara ewil e ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryareke bi vî rengî dide.    Dozgeriyê ji bo giliya Serhat Olgen ku di 13'ê Îlona 2015'an de di dema şermezarkirina qedexeya derketina derve de, bêyî lêkolînê bike û lêpirsîneke çalak bike biryara "neşopandinê" dabû. Lê belê AYM'ê, ji bo vê biryarê got dozgeriyê lêpirsîneke çalak nekiriye û biryara "neşopandinê" betal kir.    BI BIRÎNDARÎ HAT GIRTIN Û DI DANIŞÎNA EWIL DE JÎ BERAAT KIR    Li Kolana Emekê, komek 50-60 kesî bi tenekeyên çopê rê girtibûn. Di dema vê çalakiyê de Serhat Olgen jî li ber mala xwe bûye û fîşekeke gazê li sera dikeve. Piştî vê Olgen tê binçavkirin û paşê jî tê girtin. Gava tê girtin polîs dibêjin çalakger bûye û bi îdiaya "bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê çalakî kiriye" derbarê Olgen de îdiaame tê amadekirin. Lê belê di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê de, di 3'yê Kanûna 2015'an de tê berdan û beraat dike.    LI SER ÎFADEYA POLÎSAN BIRYARA NEŞOPANDINÊ DA    Lê belê Olgen, bi hinceta di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin û ji ber birîndar bûye wî dereng birine nexweşxaneyê gilî kir. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê dozgerî bêyî ku li qeydên mobeseyê yên cihê bûyerê, raporên tenduristiyê, qeydên serwîşa lezgîn a 112'an û cihê bûyerê lêkolîn bike tenê îfadeya polîsekî girtiye û derbarê lêpirsînde biryara "neşopandinê" girtiye.    DADGEHÊ RED KIR    Parêzerê Olgen Parêzer Mehdî Ozdemîr jî bi hinceta dozgeriyê lêkolîneke çalak nekiriye serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yan a Amedê da. Piştî dadgehê serlêdan red kir parêzer Ozdemîr jî serî li AYM'ê da.    AYM'Ê BIRYARA DADGEHÊ BETAL KIR    AYM'ê jî di biryara xwe de diyar kir ku piştî birîndarbûna bi fîleka gazê delîlên ji bo îdiaya derbkirin û muameleya xirab hene, lê belê ligel ev qas delîlan jî lêkolînek baş nehatiye kirin. AYM'ê, biryara "neşopandinê" betal kir û xwest lêpirsîn ji nû ve bê kirin.    Parêzer Mehdî Ozdemîr jî biryar nirxand. Ozdemîr, diyar kir ku AYM'ê di biryara xwe de aniye ziman ku bêyî lêkolîn bêne kirin biryara neşopandinê hatiye girtin û ya hatiye kirin sûc e û binpêkirina mafê muameleya xirab e. Ozdemîr, got: "Di 13'ê Îlona 2015'an de, gava bûyer qewimîbû, li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di dema qedexeyê de muwekîl di çalakiyeke li dijî biryara qedexeyê de bi şideteke dijwar a polîsan re rû bi rû maye. Lê ji ber nelêpirsîneke neçalak kesên ev kirine nehatine cezakirin. Bi vê biryara AYM'ê re divê derbarê bûyerên wê demê lêpirsînên çalak bên kirin".