'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand' 2019-12-28 09:08:25 MÊRDÎN – Lê Mêrdînê debra garis didome. Cotkaran, anîn ziman ku ji bankeyan deyn kirine û çandinî kirine û gotin, îsal hem lêçûn zêde bûne hem jî fatûreyên DEDAŞ'ê giran bûne.  Li Mêrdînê debra garis hîn jî didome. Lê belê debra îsal ne li gor dilê cotkar û xebatkaran e. Cotkaran, diyar kir ku hem fiyetê gubre, derman û amzotê hem jî fatûreyên ceryanê yên DEDAŞ'ê îsal pir biha û zêde bûne û ji be rvê mexdûr bûne.    ‘DEDAŞÊ PIŞTA ME ŞIKAND'    Li Dêrikê cotkar Hasan Taşkiran (55), anî ziman ku ji bo donimek nêzî 90 kîlo gubre reşandine û ji bo kêzik û kurmik li berên wan nexin jî derman bi kar anîne û got, ji sedî 10'ê derametê jî didin cenan. Taşkiran, got: "Serê donimê ton û 100 kîlo tê. Tona garis bi 900 lîreyî tê firotin. Divê destekê bidin cotkaran. DEDAŞ'ê pişta me şikand. Fatûre 50-60 hezar TL tê. Li gor dilê xwe fatûreyan dinivîsînin. Em îtiraz dikin, lê hîn em nayên malê îtiraza me tê redkirin".   Taşkiran, anî ziman ku ji bankeyan deyn kirine û pê çandinî kirine û got: "Paşê perê bi dest me dikeve jî em didin bankeyê. Loma dibe sala bê çandiniyê nekim. Divê mazot, erzan û gubre erzan bibin. Nexasim jî divê ceryan".    Xebatkarê bîçerê Azad Suer (29) jî diyar kir ku serê donimê 35 TL distînin û bal kişand ser fiyetê mazotê. Suer, got: "Lîtreya mazotê 6 lîre ye. Rojê em 300 lîtreyî xerc dikin. Hem ji bo me hem jî ji bo cotkaran divê fiyetê mazotê bê kêmkirin. Gava em bi 6 lîreyî dikirin em bêtir mexdûr dibin. Lê em mecbûr in. Bawer nakim sala bê kes cotkariyê bike".