ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin 2017-12-09 16:08:22 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê Hapishane Komisyonu, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 298'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kir. Komîsyonê bal kiyand ser rewşa Ridvan Taniş û xwest Taniş serbest berdin.  Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 298'an de li qada Galatsarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. Endam û rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankarta "Tecrid dikuje, Bila Tîpa F bên girtin" û "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "mafê tedawiyê nayê asteng kirin" bilind kirin. Dîsa wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Bê navber dirûşmeyên "Ji îşkenceya OHAL'ê re bes e", "Terîd dikuje piştevanî dide jyandin" û "Bila girtiyê nexweş Ridvan Taniş  bê berdan" berz kirin.    Li ser navê komîsyonê Emine Kuçukbumin daxuyanî da û diyar kir ku piştî OHAL'ê û KHK'yan îşkenceya li girtîgehan zêde bûye. Piştî daxuyaniyê nameya Ridvan Taniş a ji komîsyonê re hatibû şandin hat xwendin. Taniş, di nameyê de diyar kir ku ew û 17 hevalên wî ji girtîgeha Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Wanê hatine kirin û raporên ku girtibûn li ber çavan nehatin girtin. Niha 25 sal ceza li min hatiye birîn.    Kuçukbûmîn piştî name xwend xwest Taniş bê berdan û OHAL bi dawî bibe.