ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-28 09:00:10 * Li ser axa Sûriyê bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan koçber bûn. Di 2019'an de jî  vî şerê hêzên hegomonîk ê li ser axa Sûriyê dewam kir. Pergala li ser bingeha jiyana wekhev, azad û bi hev re ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşerojê hêviyê mezin kir.  * Rêvebirê HDP'a Edeneyê yê berê Mûstafa Yildiz, anî ziman ku polîs wî dişopînin û dîmenên mala wî digirin. Yildiz, giliyê kesên wî dişopînin kir.  * Li Wanê dengbêj Meryem Tûncer, tev li kîjan çalakiyê bibe kilama "Momê" dibêje. Kilama "Momê", çîrokeke trajîk e û ya jineke ciwan e.    * Serokê Giştî yê Dev Tûrîzm Îş'ê Mûstafa Yahyaoglû, anî ziman ku gotinên wekî "Me di trîzmê de reqor şikandiye" ne rast in û got, derameta wan pir kêm e. Yahyaoglû, destnîşan kir ku turîzmê tesîreke mezin ji siyaseta hundirîn û derve digire û got, karkerên turîzmê 6 mehan dixebitin, 6 mehan betal in.    * Lê Mêrdînê debra garis didome. Cotkaran, anîn ziman ku ji bankeyan deyn kirine û çandinî kirine û gotin, îsal hem lêçûn zêde bûne hem jî fatûreyên DEDAŞ'ê giran bûne.    * Nûnerên rêxistinên kedê, nerazîbûna xwe ya ji bo meaşê kêm anîn ziman û gotin, tişta girîng têkoşîna ji niha û pê ve ye û xwestin mafê xwe yê grevê bi kar bînin.    * Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), cara ewil e ji bo lêkolînkirina şideta di dema şermezarkirina qedexeyên derketina derve de biryara binpêkirina mafan da. AYM'ê, biryara "neşopandinê" ya ji bo giliya kesekî ku bi fîşeka gazê birîndar bûbû bêyî ku bê lêkolînkirin hatibû dayîn, betal kir.    * Stenboliyan, anî ziman ku Projeya Qenlaê ji bo Tirkiyeyê felaketeke mezin e û gotin: "Pêdiviya me bi kar û bar heye. Pêdiviya me bi dînitiyên wiha tunye. Divê guh bidin dengê gel".    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê tev li 3'emîn Kongreya Asayî ya Antalyayê bibe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbetna windayan bipirsin dê di hefteya 770'yan de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê kom bibin û bixwazin faîl bên darizandin. (12.00)   * Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê bi banga "Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin" dê li pêş avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Malbatên 34  kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û nûnerên û rêxistinên demokratîk 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Roboskî bibîr bînin. (13.00)    * ÎHD'ya Îzmîrê dê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 506'an de çalakiyê li dar bixe. 13.00   * Bi boneya 8'emîn salevegera Komkujiya Roboskî, dê li bajarên weke Stenbol, Amed, Êlih, Dersim, Enqere, Wan, Îzmîr, Erdene, Mêrsîn û Antalyayê, çalakiyên bîranîn, daxuyanî û panel bên lidarxistin. 13.00   * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Navenda Giştî ya HDP'ê li dar bixin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 405'an de li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê konferansa herêma Çukurova li Otela Şirin Parkê ya Edeneyê li dar bixin. (13.00)   * Meclîsa Bajar a Edeneyê ya HDK'ê dê 11'emîn Lijneya Asayî li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Edeneyê li dar bixin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyeyê dê 3’emîn Kongreya Asayî li dar bixin. (13.00)   * Înîsîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê di hefteya 277'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, bi minasebeta 8'emîn salvegera Komkujiya Roboskê dê Navenda Çanda Mülkiyeyan "Ji bo Roboskî fîlm" binin pêşandan. (16.00-18.00)   * Şaxên ÎHD'ê, Platformên Ked û Demokrasiyê û nûnerên rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan dê li gelek navendan ji bo bîranîna 34 kesên di Roboskî de hatin kuştin, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)