Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt 2019-12-28 08:06:13   AMED - Maşîna Polîsên Çevîk şevê din li Endezyarê Înşaetê yê 33 salî Cîhan Can qeliband û pelçiqand. Di bûyerê de Can jiyana xwe ji dest da.    Polîsên Hêzên Çevîk ku ji 20'ê mijdara 2018’an de li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê barîkat danîne û dorpêç kirine, ciwanê 33 salî yê Endezyarê Înşaetê Cihan Can qetil kirin. Maşîna polîsan şevê din li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê li Can qeliband û pelçiqand. Di bûyerê de Can jiyana xwe ji dest da. Di dîmenên kamera de jî hat dîtin ku dema Can, di ser kolanê re derbas dibe, maşîna polîsan li Can diqelibîne û di bin tekerê xwe de dilepçiqîne. Li gel ku ajokar Can ferq dike ku Can li pêş maşîneyê ye jî bêyî ku raweste li Can diqelibîne û derbas dibe. Piştî welatiyên der dorê ajokar hişyar dikin radiwestte. Piştî bûyerê Can radikin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Can ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Dema Can rakirin nexweşxaneyê vê carê polîsan Nexweşxaneya Dewletê dorpêç kir. Dema malbata Can û parlamenterên HDP'ê bûyer bihîst hatin nexweşxaneyê.