Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin 2019-12-27 21:04:43   ŞIRNEX - Eskeran di salvegera komkujiya li Roboskî de beriya bîranîna 34 kesan a sibê pêk bê, gundê Roboskiyê dorpêç kirin.    Eskeran Gundê Roboskiyê beriya 8'emîn salvegera bîranîna 34 kesên hatin kuştin, dorpêç kir. 8 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê, di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 welatî hatin kuştin. 8 sal borîn, lê hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin.  Her sal, di salvegera komkujiyê de bernameya bîranîna 34 kesan tê li darxistin. Îsal jî malbat dê bernameya bîranînê li dar bixin. Di 8’emîn salvegera bibîranînê de vê carê bêyî Serokê Komeleya Roboskî (Roboski-Der) ya bi KHK'ê hat girtin, Velî Encu 34 kesan bibîr bînin. Bernameya biranîna 34 kesan dê sibê saet di 13.00'an de li ser Goristanê pêk be. Dê sibê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêre beşdarî bîranînê bibe.    Beriya bîranînê eskeran bi TOMA û maşîneyên zirxî ketin û derketina gund girt û dora goristanê bi TOMA û maşînê zirxî dorpêç kir.