Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî 2019-12-27 16:01:09   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku wek di dosyeya Tahîr Elçî de di Komkujiya Roboskî de jî israra polîtîkaya bêcezakirinê heye û got: “Zû yan jî dereng dê rastî derkevin holê.”    Baroya Amedê ji bo dîtina kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û werin darizandin di hefteya 208’emîn de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.    Di çalakiya vê hefteyê de Baroyê bal kişand ser salvegera Komkujiya Roboskî.    ‘DOSYEYA TAHÎR ELÇÎ Û ROBOSKÎ WEK HEV IN’    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û diyar kir ku ev erdnîgarî bi êşê hatiye mayîndekirin û her roj ji êş û trajediyek din re şahidiyê dikin. Aydin bi bîr xist ku salvegera 8’emîn a Komkujiya Roboskî ye û got: “Çawa ku wek di dosyeya Tahîr Elçî de di Komkujiya Roboskî de jî israra polîtîkaya bêcezakirinê tê kirin. Edalet û hiqû tune ye. Di vî warî de tu hewldanek jî nîne. Hêj kujer û berpirsên Roboskî nehatine dîtin. Heta ku bi xetayan, sûcdariyan, mirin û cînayetan re rû bi rû neyê mayîn dê pêşerojek demokratîk jî neyê avakirin. Dê têkoşîna me ya ji bo lêgerîna edaletê û kujer derkevin holê berdewam bike. Zû yan jî dereng dê rastî derkevin holê.”