Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye 2019-12-27 15:36:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Abdî, diyar kir ku deriyê wan ji gelê Idlibê re vekirî ye.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, li ser hesabê medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku deriyê wan ji gelê Idlibê re vekirî ye. Abdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got: "Deriyên me ji gelê me yê Idlibê re vekirî ye. Dikarin di bin ala Hêza Sûriyeya Demokratîk de, eskeran bi hêzên eskerî koordîne bikin û biçin herêma me."