Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin 2019-12-27 15:13:50   STENBOL - Odeya Tabîban a Stenbolê, têkildarî welatiyên ku deynê prîmê yê Sîgortaya Tenduristiya Giştî (GSS) nedane daxuyanî da. "Divê ji bo van welatiyan hemû xizmeta tenduristiyê bê pere be. Divê prîma GSS û heqê zêde ji nava vê pêkanînê bê derxistin.    Odeya Tabîban a Stenbolê, têkildarî welatiyên ku deynê prîmê yê Sîgortaya Tenduristiya Giştî (GSS) nedane û ji ber vê yekê nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin, daxuyanî da. Odeyê li avahiya xwe daxuyanî da. Li salona odeyê pankarta "Ji Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî re Na" vekirin. Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar saîb û rêveberê Odeyê Osman Ozgur û Guray Kiliç amade bûn. Seroka Odeyê Pinar Saîb xwest xizmeta tenduristiyê ji bo welatiyan bê pere be û wiha got: "Divê ji bo van welatiyan hemû xizmeta tenduristiyê bê pere be. Divê prîma GSS û heqê zêde ji nava vê pêkanînê bê derxistin. "Ji 1'ê Çileya 2020'an û şûnde ev kesên ku deynê xwe nedane dê nikaribin ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin.    Rêveberê Odeyê Guray Kiliç jî wiha got: "Ji bo her welatî karibin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin divê herî kêm di navbera 31.12.2019'an de deynê xwe bidin. Lê ji ber xizaniyê bi milyonan mirov nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Bi milyonan welatî ji ber GSS'ê dê nikaribin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin."