'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin' 2019-12-27 13:47:12 AMED - Hevseroka TUAY-DER’ê Elîf Harran diyar kir ku li girtîgehan îhlalên mafan zêde bûne û wiha got: “Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê tedawîya girtiyan a diranan nayê kirin. Heta 7 diranên girtiyan nerizin wan tedawî nakin. Dîsa hat tespîtkirin ku di xwarina girtiyan de kêzik, cam û bacikên çixaran derketiye."  Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiya komeleya xwe têkildarî zextên li ser jinên girtî daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Endam û rêveberên HDP’ê yên navçe û bajêr, rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER û malbatên girtiyan beşdar bûn. Di civînê de Hevseroka TUAY-DER’ê Elîf Harran diyar kir ku li Tirkiyeyê herî zêde li girtîgehan binpêkirina mafan zêde ye û wiha got: “Bi taybetî piştî ku girtiyan tecrîdkirina birêz Abdulah Ocalan protesto kirin, êdî girtî nikarin li girtîgehan bêhnê bistînin. Piştî malbatan serî li komeleya me dan, parêzerên endamên me ne ji bo ku pirsgirêken jinên girtî tespît bikin seredana jinên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, Girtîgeha Tîpa E a Elbîstanê, Girtîgeha Jinan a Elezîzê, Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Girtîgeha Jinan a Amedê kirin. Di hevdîtinan de hat tespît kirin ku îhlalên mafan zêdetir bûne. Li hemberî van îhlalan hevdîtinên me yên berê bi rayedaran re hatin kirin tu encam ne girtine.”   ‘DI XWARINÊ DE KÊZIK, ÎZMARÎT Û PERÇEYÊN CAMAN DERDIKEVIN’   Harran, destnîşan kir ku piştî ziyareta parêzeran a girtiyan gelek tespît hatine kirin û wiha got: “Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê kawîşa 6 kesan, 10 kes lê bicih kirine. 4 girtî li erdê radizin. Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê jî dîsa bi ser odeyan de digirin û lêgerîn dikin. Lênûskên girtiyan kom dikin. Nîşeyan kom dikin û dîsa nadin wan. Li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê û ya Jinan a Amedê xwarinê kêm didin. Di xwarinê de kêzik, cam, têl, bocikê çixaran, derketine. Ev rewş ji rayerdarên girtîgehan hat gotin lê tu tişt nekirine. Dema girtiyan dibin nexweşxane, dadgeh û hevdîtina parêzeran lêgerînên di asta tacîzkirinê de dikin. Pirtûk, rojname û kovar sînor kirine. Pirtûkên ne qedexe bi awayekî kêfî nadin girtîyan. Ji dijî hiqûqê cezayên dîsîplînê didin. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê îhlal kirin û kêm kirin. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê tedawîya diran a girtiyan nehatiye kirin û diyar kirine ku heta 7 diran rizî nebin tedaviya wan nayê kirin û bi vê hincetê tedawî hatiye astengkirin. Li Girtîgeha Jinan a Amedê sepanên cot kelepçe kirinê dane destpêkirin û çûna girtiyan a nexweşxaneyê jî bi cot kelepçeyan hatiye kirin. Dema bi dozger re hevdîtin dikin gotiye ku ‘ji ber ewlehiyê ew tişt tê kirin’ Girtiyan diyar kir ku ev sepan wek îşkenceyê tê kirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Elbîstanê derketina revîrê di du hefteyan de tenê sê rojan e û dema muayenekirinê de jî bi kelepçe tê ferz kirin ji ber ku girtî vê qebûl nakin muayene nabin û dizivirin. Bi taybetî tedawiya girtîyên nexweş nayê kirin û bijîşk sewka wan çêke jî rayedarên girtîgehê bi awayekî kêfî asteng dikin ji ber vê yekê rewşa wan xerabtir dibe.”   ‘NÊZIKATIYA RAYEDARAN A BI KÊFÎ SÛC E’   Harran, da zanîn ku li hember van îhlalên mafan nêzîkatiya rayedarên girtîgehan û nêzîkatiya wan a bi kêfî sûc e û wiha berdewam kir: “Berdewam kirina van sepanan di pêşerojê de wê bibe sebebê bûyerên neyînî û ewlehiya can a girtiyan bêxe xetereyê. Divê mevzuat û polîtîkayên girtîgehan ên li Tirkiyê li gorî mafê girtiyan were çêkirin. Divê muameleyeke mirovî were kirin.”   ‘LI HEMBERÎ MUAMELEYÊN NEBAŞ PEVAJOYA KANÛNÎ BIDIN DESTPÊKIRIN’   Harran, dest nişan kir ku heyeta wan tespît kiriye ku rayêdarên girtîgehê têkidarî şertên fizîkî û sepanan denetîmê bi bandor nayê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em rayedaran vedixwînin ku li gorî protokola Peymana Astengkirina Ceza û Muameleya Derveyî Rumet û Mirovahiyê, Zalimane û Îşkenceyê divê heyeteke serbixwe were avakirin xebatên pêwîst derhal werin kirin. Em ji derveyî vê Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê vedixwînin ku derbarê muameleya nebaş a li girtîyan tê kirin û sepanên derveyî kanûna yên rayedarên girtîgehan denetîma wan bikin û pevajoya kanûnî bidin destpêkirin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.” Daxuyanî bi dirûşmên “Girtiyên Siyasî Rûmeta me ne” û “Jin jiyan azadî” û çepikan qediya.