Tabloya herî tarî ya binpêkirinan 2017-12-09 14:47:10 ENQERE -  ÎHD û THÎV’ê bi boneyeya Hefteya Mafên Mirovan rapora binpêkirinên mafên mirovan bi raya giştî re parve kir. Saziyan destnîşan kir ku ji dema ku ev sazî hatine avakirin ve tablo tu carî wiha tarî nebûye ÎHD û THÎV’ê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan binpêkirinên mafan ên ji 20’ê tîrmeha 2016’an ku OHAl hat îlankirin ve pêk hatine weke raporeke ji raya giştî re aşkera kir. Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ew li dijî OHAl, şîdet û şerî ne û dê tu demê destûrê nedin mafên mirovan li ber pêyan biçin. Turkdogan diyar kir k udi 69’emîn salvegera erêkirina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî de li Tirkiyeyê binpêkirina mafan hemû sînor bezandine û wiha got: “Di van deman de ku pêkanînên OHAL û otorîteriyê zêde bûne, helbet em naşên ku biçin dibistanan û behsa vê danezana gerdûnî bikin.”   JI BINPÊKIRINAN NY JÎ BERPIRSIYAR E   Turkdogan bal kişand ser rol û rista Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo parastina mafan û wiha axivî: NY di warê parastina mafan de ketiye zeafitetê.Lê binêrin wargeha Mexmûrê k udi bin venêrîna wan de ye rastî êrîşê tê lê hê jî NY daxuyaniyekê nedaye. Heke îro maf tên binpêkirin yek ji sedemên bingehîn jî ev helwesta NY’ê ye.”    DI OHAL’Ê DE REWŞ XERABTIR BÛ   Turkdogan anî ziman ku bi OHAL’ê re pêkanînên otorîter jî zêdebûne û bi bîr xist ku ne di nema OHAL’ê de lê di dema şerî de jî hin maf hene ku kes nikare wan ji holê rake. Turkdogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu kesekî heta ku bi rêya dadgeheke adil neyê cezakirin, nayê sûcdarkirin lê em dibînin di serdema OHAL’ê de hemû peymanên hiqûqa navxweyî û navneteweyî tên binpêkirin.” Turkdogan mexdûriyetên bi KHK’yan çêbûne jî bi bîr xist û got ku ji 28 KHK’yan bi tenê 5 jê hatien rojeva meclisê lê ev hemû li dijî makeqanûna heyî ne jî.”     Turkdogan bi lêv kir ku bi rêya guhertina qanûnan ku li derdora 300 qanûn hatine guhertin êdî OHAL hatiye mayîndekirin û wiha got: “Ji dema ku komeleya me hatiye avakirin ve tu carî mafên mirovan ew çend nehatibû binpêkirin. Hema ez ê mînakeke bidin we li vî welatî ji bo 4 hezar û 187 kesan bi hinceta heqaret li serokomar kiriye doz hatiye vekirin ku ev rêje jî îşaret pê dike bê qanûn çiqas kêfî tên bikaranîn.”   BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Turkdogan îşaret bi polîtîkayên hikumetê û şerê ku bi destê dewleta tirk tê meşandin kir û wiha got: “Ev şer di serî de mafê jiyanê gelek mafan ji holê rakiriye. Ji ber van polîtîkayan 36 kes û ji ber şerê didome jî îsal li gorî daneyên gihaştine ber destê me 695 kesan jiyana xwe ji dest dest daye. Ev hejmar bi tenê di encama serlêdanên ji bo ÎHD’ê hatine qeydkirin. Em di wê baweriyê de ne û sed mixabin ku hejmar zêdetir e.”    Turkdogan da zanîn ku 6 jê zarok bi tevahî 23 kes di bin wesayîtên zixrî de mane û jiyana xwe ji dest dane, dîsa ji ber muhîmatên leşkerî 5 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne. Turkdogan destnîşan kir kul i girtîgehan jî 3 jê zarok 10 kesan ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane û got îsal 322 jin û 851 karker jî hatine qetilirin.    DANEYÊN ÎŞKENCEYÊ    Turkdogan got ku li gorî serlêdanên ji wan re hatine ûdi 11 mehên 2017’an de 423 jê di binçavan de, 1854 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve li kuçe, kolan û malan rastî îşkenceyê hatine ango 2278 kes rastî îşkenceyê hatine.    ‘DAWIYA DAWÎ HÛN DÊ BI KURDAN RE RÛNÊN'   Turkdogan destnîşan kir ku sedema binpêkirina mafan çaresernebûna pirsa kurdî ye û wiha got: “ Li vî welatî pirsgirêka herî esasî çareseriya pirsa kurdî ye. Li derve û hundir polîtîkayên şer û pêkutiyê didomin. Hevserokên HDP’ê jî  di av de 9 parlamenter girtî ne,  dewletê dest daniye ser 94 şredariyan.   Li ser birêz Abdullah ocalan tecrîd heye. Zêdetirî saleke tu agahî jê nayê girtin. Divê ku dewlet dev ji van polîtîkaan berde û li Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê vegere.  Her çend îro ji bo çareseriyê hêvî xuya nekin jî taliya talî dê ev dewlet bi kurdan re ji bo aştiyê rûnê. Ji ber wê qasê dev ji van polîtîkayan berdin û rêzê nîşanî îradeya kurdan bidin.”