Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin 2019-12-27 11:55:32   RIHA – Têkildarî kuştina 3 ferdên malbata Şenyaşar ên ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin angaştnameya derbarê 13 kesan de hat amadekirin. Dadgehê angaştname qebûl kir û danişîna ewil a dozê dê di 24’ê adara 2020’an de bê dîtin.    Beriya hilbijartina giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîranê de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribû. AKP’iyan ji malbatê Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyar kuştibûn. Ferît, Memet, Fadil Şenyaşar jî di nav de 9 kes birîndar bûbûn.   Piştî bûyerê ji malbatê Fadil Şenyaşar ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi angaşta “kuştin” û “birîndarkirin” hatibû girtin.    Di bûyerê de birayê AKP’î Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin. Tevî ku şahidiya şênber û dîmenên bûyerê jî hene, ji malbata Yildiz kes nehatibû girtin. Piştî 17 mehan Enver Yildiz bi artêşa xwe ya parêzvanan re hatibû Dadgeha Rihayê û hatibû girtin.    Dozgeriya Rihayê piştî 18 mehan angaştnameya têkildarî bûyerê amade kir. Dozger di angaştnameyê de cih nedaye êrîşa hovane ku li dijî malbata Şenyaşar pêk hatiye.    Angaştnameya ku hêj hûrguliyên bûyera li ber nexweşxaneyê dewam kir têde cih nagirtin pêşkêşî 7’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Rihayê hat kirin. Dadgehê angaştname qebûl kir.    Di angaştnameyê de Fadil Şenyaşar ê girtî û Ferît Şenyaşar ê birîndar ji bûyerê rizgar bûbû jî di nav de derbarê 13 kesan de bi angaşta “kuştin, hewldana kuştinê, birîndarkirin, zirar dane mal, çek li ser wan bûne” tên sûcdarkirin.    Di angaştnameyê de Fadil û Ferît Şenyaşar û li gel wan jî xizmên AKP’î Yildiz, Kenan, Abdurrahman, Mustafa, Nîhat û Suleyman Yildiz wek “gumanbarên muştekî” cih digirin û Enver, Alî, Mehmet û Îbrahîm Yıldız, Îbrahîm Halîl û Mehmet Şîmşek jî wek “gumanbar” cih girtin.    Li gorî qebûlkirina angaştnameyê dê danişîna ewil a dozê di 24’ê adara 2020’an de were dîtin.    DADGER DAXWAZ KIRIYE DOZ WERE NEQLKIRIN    Dadgehê bi hênceta “ewlehiya cemaweriyê” ji bo doz neqlî cihek din were kirin biryara nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re were nivîsandin da