Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat 2019-12-27 10:23:20   AMED – Li Xarpêtê erdhej pêk hat û gelek bajarên derdorê jî hejiyan. Rasaxaneya Kandîlî ragihand ku erdhej bi pileya 5.1 pêk hatiye.     Li Xarpêtê erdheja pileya wê 5.1 pêk hat. Erdheja ku navenda wê Xarpêt bû bandorê li bajarê derdorê jî kir. Bajarên wek Amed, Riha, Meletî, Dîlok û gelek deverên din hejiyan.    Rasatxaneya Kandîlî ragihand ku navenda erdhejê navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê ye û pileya wê wek 5.1 ragihand.