‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye' 2019-12-27 09:26:47   COLEMÊRG - Colemêrgiyan anî ziman ku ji xeynî yekîtiya neteweyî wekî din tu rê tunene û bang li partî û rêxistinên kurdan kirin û gotin: "Bêyî yekîtiyê serketin ne pêkan e".    Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaz û xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bûn rojev. Têkildarî vê di 5'ê Kanûnê de li Amedê 10 partiyên kurd li hev kom bûn ragihandin ku dê di bin navê "Xebata Tifaqa Kurdistanî" bikin. Di çarçoveya vê xebatê de jî wê di 18-19'ê Çileya 2020'an de komcivînek bê lidarxistin.    Ligel van xebatan raya giştî ya kurdî jî ji bo yekîtiyê tim bang dike. Colemêrgiyan, destnîşan kirin ku bêyî yekîtiyê serketin ne pêkan e.    'RÊYA AZADIYÊ YEKÎTÎ YE'    Sadûllah Besî, destnîşan kir ku wekî he rgelî mafê kurdan jî hene û got: "Ji ber şaşî û çewtiyên berê kurd bûne çar perçe. Heger kurd dixwazin bigihên armanca xwe, dixwazin wekî gelên cîhanê xwe bi xwe bi rê ve bibin, heger dixwazin bi ser bikevin divê bibin yek". Besî, anî ziman ku yekîtiya neteweyî bivê nevê ye û got: "Li cihekî yekîtî tunebe serketin jî tuneye. Em ne dijminê kesî ne. Derdekî me yê em dewletan birûxînin tuneye. Em jî dixwazin wekî gelên cîhanê bi awayekî azad û aram bijîn. Ev mafê me ye. Wê kes neyê û diyarî me neke. Armanceke mezin a kurdan heye û ji bo vê jî yekîtî divê".    'ROJ ROJA GAVAVÊTINÊ YE'    Fatma Tûran jî destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî çi dikeve ser milê kê divê bike û got: "Gundên me hatin şewitandin û valakirin. Me êşên giran kişandin. Loma em doza yekîtiyê, aştiyê dikin. Pêşengên me, parlementerên me, nûnerên me, vîna me û Birêz Abdûllah Ocalan çi kirine ku girtî ne? Bi salan e tê tecrîdkirin û nahêlin malbata xwe jî bibîne. Loma divê kurd xwedî li xwe derkevin. Divê em dest bidin destê hevdu. Roj roja yekîtiyê ye. Divê pêşeng û mezinên kurdan li dor maseyekê bên cem hev du û bêjin êdî bes e".    Mûstafa Oztûnç jî destnîşan kir ku bêyî yekîtiyê xwegihandina armancê ne pêkan e û got, gava kurd bibin yekê wê bi ser bikevin. Oztûnç, got: "Heta em belawela bin wê êrîş dewam bikin. Em pir hatin kuştin, em pir hatin girtin. Heger em yek bûna wê nikaribûna berê xwe bidin Rojavayê. Serê her tiştî yekîtî ye". Oztûnç, anî ziman ku ji bo yekîtiyê karê mezin dikeve ser milê pêşengên Herêma Kurdistana Federe û got: "Beriya her tiştî divê malbata Barzanî fedakariyekê bike. Em giş bi çavê birayê mezin li wê malê mêze dikin. Loma divê gav bên avêtin. Divê ew destekeke mezin bidin".