Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal 2019-12-27 09:24:50 MÊRDÎN - Ji ber ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî gelek kes tên girtin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan ji bo vê yekê got, di çarçoveya "azadiya fikr û ramanê" de ye û biryara beraatê da.    Heta niha ji ber parvekirinên medyaya civakiyî û ecibandina parvekirinên medyaya civakî gelek kes hatine binçavkirin û girtin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê, ji bo ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî biryar da ku dê ji bo gelek kesan bibe emsal.    Demek berê Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê, ji ber parvekirinên Facebookê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê welatiya bi navê Murvet Aslan de lêpirsînek dabû destpêkirin û paşê îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat gotin ku Aslan wêneyên aîdî merasîmên cenazeyên PKK'iyan ecibandiye û parvekirinên ku endamên PKK'ê tê de ne ecibandiye û îdia kir ku tişta hatiye kirin "propagandaya rêxistinê" ye û xwest Aslan bê cezakirin.    Danişîna ewil a dozê di 18'ê Mijdarê de pêk hat. Berevaajî dozgerê îdianameyê, dozgerê mutalaayê xwest Aslan bê beraatkirin. Dozgerê mutalaayê, diyar kir ku tişta ku Aslan kiriye di çaçroveya "azadiya fikr û ramanê" de ye.    Dadgehê jî derbarê Aslanê de biryara beraatê da. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî bi tena serê xwe ne sûc e.