Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin 2019-12-27 09:23:20 AGIRÎ - Li gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtaxê esekeran Mûrat Kaya kuştibû. Niha jî esker gefan li gundiyên şahidê bûyerê dixwinç Mazhar Yalçin, destnîşan kir ku dîmenên dema kuştina birayê wî hene.  Di 6'ê Kanûna 2019'an de eskeran avêtibû ser gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtax a Agiriyê. Di avêtina ser gund de bavê sê zarokan Mûrat Kaya û 3 kesên nasnameya wan nehat tespîtkirin jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê Qereqola Cendirmeyan a Dûtaxê bi rojan gund dorpêç kir. Niha jî heman qereqol gefan li gundiyên ku şahidiyê li kuştina bavê 3 zarokan Mûrat Kaya dikin, dixwe. Birayê Mûrat Kaya Mazher Yalçin, anî ziman ku esker gefan li gundiyan dixwin û got, dîmenên kamerayê yên dema kuştina birayê wî hene.    DÎMENÊN KAMERAYÊ HENE    Kaya, destnîşan kir ku ger dîmen derkevin holê wê careke din kifş bibe ku birayê wî sivîl e û got: "Birayê min sivîl bû, bavê 3 zarokan bû. 40 metre dûrî mala xwe, eskeran ew kuşt. Birayê min bi şimikê ji malê derketibû. Lê bi sedan gule lê reşandin, bombe avêtin ser. Îdia dikin ku birayê min bombe aavêtiye wan".    Yalçin, anî ziman ku piştî bûyerê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê û Baroya Agiriyê dane, lê belê hîn jî ne heyetek ne jî kesek hatiye gund. Yalçin, da zanîn ku 16 roj berê serî li baroy û ÎHD'ê dane û got: "Bang li kesên xwedîwijdan dikim. Heger dixwazin bi çavê serê xwe bibînin ka dewlet mirovên sivîl çawa dikuje, bira bên gund û lêkolînê bikin. Ez dixwazin bûyer bê lêkolînkirin û hesabê birayê min bê pirsîn. Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê bitêkoşin".    Têkildarî mijarê em li Baroya Agiriyê geriyan. Cîgirê Baroya Agiriyê Vûral Kaya, diyar kir ku girêdayî Komîsyona Mafên Mirovan heyetek çê kirine û wê bûyer bê lêkolînkirin.