Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn! 2019-12-27 09:22:09 AMED – Hat hînbûn ku di mulakata wergirtina personelên avahîsaziyê ya Wezareta Çand û Turîzmê de ji kesên tev li mulakatê bûne pirsa, "Tu bî tu yê li erseya kesekî mensûbî rêxistina terorê avahiyekê çê bikî?"  kirine.  Xwendekarên beşa avahîsaziyê piştî azmûna KPSS'ê, ji bo di karekî de bi cih bibin, li Amedê tev li mulakata Wezareta Çand û Turîzmê bûn. Di mulakata li Amedê de ji kesên beşdar bûne, pirseke sosretmayî hat pirsîn. Mulakat li Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Amedê pêk hat.    Hat hînbûn ku pisporên di mulakatê de peywirdar ji kesên beşdarî mulaqatê bûne pirsa,  "Tu bî tu yê li erseya kesekî mensûbî rêxistina terorê avahiyekê çê bikî?"  kirine.    MA - Lezgîn Akdenîz