Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê 2019-12-26 15:24:34   AMED - Li Amedê wêneyên ku di bin çavan de îşkence li B.Y. hatiye kirin derketin holê. Parêzerên B.Y. diyar kir ku hem derbarê polisan de hem jî derbarê nexweşxaneyên ku îşkence rapor nekirine de serlêdana sûc bikin.     Welatiyê bi navê B.Y. duh ji aliyê Miduriyeta Şaxa Sûcên Organîze û Qaçaxiyê (KOM) ya Miduriyeta Polisan a Amedê ve hatibû binçavkirin. Wêneyên îşkence ku di bin çavan de li B.Y. hatiye kirin derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku laşê B.Y mor bûye û bi pişt ve hatiye kelemçekirin. Lê li gel vê yekê B.Y ku ji bo raporkirina îşkenceyê sewqî 2 nexweşxaneyên cemariyê hatiye kirin jî her du nexweşxaneyan jî berovajhî rapor amade kirine. Parêzerên B.Y. ragihandin ku hem derbarê polisan de hem jî derbarê her du nexweşxaneyên ku îşkenceya li B.Y rapor nekirine de serlêdana sûc bikin.   Parêzer Berîvan Tûran diyar kir ku duh piştî binçavkirinê çûna Şaxa KOM'ê lê polisan destûr nedane ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin. Tûran destnîşan kir ku îşkenceyê di kêliya binçavkirinê maşîneya zirxî de dest pê kiriye û malbata B.Y. jî şahidê vê yekê ye.    GEFA 'EZ Ê SERÊ TE BIKIM CAMÊ'   Di berdewamê de Tûran da zanîn ku heta 4 saetan destûr nehatiye dayîn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin û li ser israr hevdîtinê polisan gef li hevalê wê parêzer ozgur Îzgî xwarine. Tûran, got ku polisek ji parêzer Îzgî re gotiye, 'em ê serê te bikin camê' û ji polisên xwe ku xwestine wî aş bikin re jî gotiye, 'Min aciz nekin, wê de herin'. Tûran, bi lêv kir ku dema  îşkenceya li muwekîlê wan hatiye kirin anîne ziman, polisek ji wan re gotiye ku 'polis jî birîndar bûne' û ev ji tê wateya ku polis îşkenceyê qebûl dikin.    SERLÊDAN SÛC BIKIN   Tûran, diyar kir ku piştî israrên wan saet di 24.0'an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirine û xesara ku li laşê wî hatiye kirin bi çavên xwe dîtine û bi wêneyan belge kirine. Tûran, got ku muwekîlê wan ji bo raporê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hatiye kirin û her du nexweşxaneyan jî raporên ji rastiyê dûr amade kirine. Tûran, anî ziman ku dê derbarê her du nexweşxane û bijîjkên ku van raporan amade kirine û polisên ku îşkenceyê li muwekîlê wan kirine de serlêdan sûc bikin.    Parêzer Ozgur Denîz Îzgî jî derbarê polisên ku hevdîtina bi muwekîlê wî re asteng kirine û gef lê xwarine de serlêdana sûc bike.