Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin 2019-12-26 14:33:19   MÊRDÎN – Li Amedê kesê ku zaroka 9 salî bi acizkirina cinsî re rû bi rû hişt hat girtin.    Li Amedê kesê bi navê Ş.A. yê bi dayika zaroka 9 salî re dimîne zarokê bi acizkirina cinsî re rû bi rû hişt. Zarokê bûyer ji dayika xwe re vegot û wisa derket holê. Dayika keçikê rewşa Ş.A. ji hevjîna wî ya mehrkirina fermî S.A. re got. Li ser vê yekê jin bi Ş.A. re nîqaş kirin û piştî jinan got dê gilî bikin, Ş.A. tundiyê li wan kir. Zilam li jinan da û pişt re ji Amedê reviya û çû cem xizmên xwe yên li Mêrdînê.    Jinan bi alîkariya xizmên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kirin. Li gel derûnnas û pedagogan li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeyê zarokê hat girtin û tiştên bi serê wê ve qewimîn vegot.    Li ser gilîkirinê Ş.A. li ser biryara dozgeriyê li Amedê hat binçavkirin. Ş.A. yê hat binçavkirin birin Dadgeha Amedê û hat girtin û şandin girtîgehê.