Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin 2017-12-09 14:05:07 AMED - Polîsan li Rezanê bi ser malê de girt, Remzî Gulcu yê li ser nijêmê bû, hêj nimêja xwe neqedandibû polîsan ew li ser nimêjî girin û dirêjî erdê kirin.   Li taxa Fatîhê ya navçeya Rezana Amedê polîsan bi ser malan de girt, di serdagirtina saet 05.00'an de polîsên tevgera taybet jî cih girtin. Polîsan deriyê malê şikand û ketin hundur. Welatiyê 27 salî Remzî Gulcu wê demê li ser nimêjê bû, polîs li benda nesekinin ku welatî nimêja xwe biqedîne û ew li erdê dirêj kirin.   Polîsan kel û pelên li malê binguhê hev xistin û birayên Mehmet Emîn Gulcu (22) binçav kirin.   Malbatên sedema binçavkirina zarokên xwe pirsîn, polîsan heqaret li malbatê kir. Malbatê aşkera kir ku di dema serdagirtinê de polîsan çek xistine serê wan û gef li wan xwarine.   Mehmet EMîn Gulcu birn Miduryeta Polîsan a Amedê.