Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê 2019-12-26 13:54:55 AMED – Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş da zanîn ku ew û hevjînê xwe bûne aboneyê rojnameya Xwebûnê û banga abonetiyê li raya giştî kir. Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş li ser hesabê medya civakî Twîtterê ragihand ku ew û hevjînê xwe Selahattîn Demîrtaş bûne aboneyên rojnameya heftane Xwebûnê û banga xwedî derketina Xwebûnê kir.     Twîta Başak Demîrtaş wiha ye: “Rojnameya Xwebûn derket. Min yek ji bo xwe, yek jî ji bo Silhedîn, bi tevahî du heb abonetî çêkir. Ez ê ji bo Silhedîn her hefte yekê bi xwe re bibim Edirneyê. Em Kurdî fêhm jî dikin, dikarin xeber jî bidin û bixwînin jî.”