Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin 2019-12-26 13:07:29   ÊLIH - Tê diyarkirin ku gelek goristanên ku nehatine veguhastin dê di binî ava Bendava Ilisûyê de bimînin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, mijarê bir Meclisê.   Bi Hefkîfa ku dîroka wê heta beriya 12 hezar salan diçe re dê 199 şûnwar jî di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin. Li ser serlêdana welatiyan bi dehan goristan hatin veguhastin. Serlêdanên ji bo veguhastina goristanan hê jî berdewam dikin. Hat diyarkirin ku bi goristanên bêkesan re dê gelek goristan jî di bin avê de bimînin.    Heta îro ne derbarê goristanên ku hatine veguhastin û ne jî derbarê yên nehatine veguhastin de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, goristanên ku dê di bin avê de bimînin anî rojevê. Ûca, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne, têkildarî goristanan pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.   Ûca, têkildarî mijarê ev pirs ji Oktay kir:    "* Çend gund ji Bendava Ilisûyê bi bandor dibin û li van gundan çend goristan hene? Ji van goristanan çend jê bi gefa di bin avê de mayînê re rû bi rû ne? Di nav de goristanên dîrokî jî hene?    * Ji destpêkirina Bendava Ilisûyê heta niha ji bo veguhastina goristanan çend serlêdan hatine kirin? Çend jê hatine veguhastin?   * Goristanên ku ji bo wan serlêdan nehatine kirin û ango bêxwedî ne hejmara wan çend in? Wê aqûbeta van goristanan çawa be? Angaşta ku wê neyên veguhastin rast e? Heke rast be hinceta vê yekê çî ye?    * Di çarçoveya projeyê de, ji bo tevahiya goristanên di qada bendavê de lêkolîneke qadê hatiye kirin?    * Heke herêmên jê bi bandor bibin hebin dê goristanên dîrokî jî di bin avê de bimînin?"