Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin 2019-12-26 10:59:32 ENQERE - Bi biryara Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, peywira Komîsyona Lêkolînên Kirariyên Rewşa Awarte ji bo salekê hat dirêjkirin   Bi biryara Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, peywira Komîsyona Lêkolînên Kirariyên Rewşa Awarte ji bo salekê hat dirêjkirin. Biryara mijara gotinê di rojnameya fermî de hat weşandin. Serokê Komîsyonê Salîh Tanrikûlû têkildarî biryarê axivî û got ku lêkolînên wan ên li ser 28 hezar serlêdanî berdewam dikin. Di nav 2 salan de komîsyonê ji 126 hezar û 300 serlêdanî 98 hezar û 300 bi encam kiriye û biryar daye.