‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’ 2017-12-09 13:42:03 AMED - Parastvanên mafên mirovan ên li Amedê, diyar kirin ku maşîneyên zirxî li bajarên herêmê di destê wan de çek, jiyana mirovan dixin xetereyê û xwestin ku rapora TUBÎTAK'ê li ber çavan bigirin û wan maşîneyên zirxî ji herêmê vekişînin. Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Gevera Colemêrgê polîsên di maşîneya zirxî de gule li welatiyan barandibû, 4 kes hatibûn qetilkirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li ser vê bûyerê mijara maşîneyên zirxî careke din hat rojevê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), tenê di salekî de li hermê maşîneyên zirxî 29 kesan qetil kirine, 34 kes jî birîndar kirine. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê û Serokê Şaxa Amedê Racî Bîlîcî, Berdevkê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prz. Bariş Yavuz, daxuyaniya Miduryeta Giştî ya Emyetê û bûyerên maşîneyên zirxî yên Geverê nirxandin.   ‘DÎMEN ZELAL IN, MIROV TÊN GULEBARANKIRIN’   Bîlîcî destnîşan kir ku maşîneyên zirxî yên leşker û polîs dixebitînin, mirovan birîndar an jî dikujin û ev tişt got: "Mirin gelek zêde bûn. Em bawer nakin ku ev bi 'xetayên teknîkî' pêk hatibin. Çima bawer nakin? Ji ber ku ev maşîne bê kontrol in, bê tevdîr dixebitin û mirovan dikujin. Herî dawî bûyera li Geverê derket holê. Dîmen gelekî zelalin û mirov tên gulebarankirin. Hişê mirovan nagire. Maşîna zirxî bê tevdîr di kolana ku bi sedan mirov têre derbas dibin de tê ajotin û 4 kesan jiyana xwe ji dest didin."   Bîlîcî got ku "Navê vê keyfiyet e" û der barê rapora TUBÎTAK'ê de jî ev tişt got: "Rapora TUBÎTAK'ê tespîteke cidî daniye holê. Divê bi baldarî li ser raporê bisekinin. An dibe ku tiştên xirabtir pêk werin. Ji bo wê jî divê van maşînên zirxî berhev bikin û careke din neynin herêmê."   DESTÊN WAN LI SER TETIKÊ YE   Berdevkê TÎHV'ê yê Amedê Prz. Bariş Yavuz da zanîn ku çeka maşîneyên zirxî "ji teqînê re amade" û destên polîsan li ser tetikê ye û wiha axivî: "Têgeheke 'Şertên li herêmê' jî tune. Divê şertên herêmê bi awayekî şênber bê nirxandin. Niha dewlet bi aqil tê bi rêvebirin û ev aqil di hemû qadên cemaweriyê de divê heyeb. Dema em li dîmenan mêze dikin, ev ne qisûr e. Ya rase ev bûyerana hemû bi zanebûn tên kirin."   BI VÎ ŞEKLÎ GERA WAN JÎ SÛC E   Yavuz bal kişand ser daxuyaniya Miduryeta Giştî ya Emyetê ya ku gotibû "Dema maşînêyên zirxî dewriye digerin, li dijî hemû gefan divê çek ji teqînê re bên amadekirin" û ev tişt anî ziman: "Dibe ku tu di hişyar bî, lê ev nayê wê wateyê ku dê ewlehiya çekê vekirî be, destê te dê li ser çekê be, ev nîne. Wê demê bila hemû hêzên li herêmê derkevin destê wan û çavê wan li ser çekê be. Dema TOMA'a û maşîneyên zirxî derbas bûn em xwe veşêrin."