Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin 2019-12-26 09:34:40 ŞIRNEX - Li kana komirê ya li Çiyayê Cudî ku hezaz pêk hatibû û karker Hasan Înal ê di bin de mabû cenazeyê wî hat dîtin.  Li kanek komirê ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hezaz pêk hatibû. Cenazê karkerê bi navê Hasan Înal ê di bin hezazê de mabû hat dîtin. Cenazeyê Înal 40 saet şûnve hat dîtin. Cenazeyê Înal ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku cenazeyê Înal ji bo veşartinê birin Bajarokê Gundikê Melê.