‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’ 2019-12-26 09:31:14 MÛŞ – Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Bi sepana tecrîdkirina Ocalan civak tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê jî tekane rêya çareseriyê cem birêz Ocalan e.”  Astengiya li pêşiya hevdîtinên malbatê û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî parêzerên Ocalan di 7’ê tebaxê de li gel wî hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.    Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik ku heta sala 2011’an parêzeriya Ocalan dikir tecrîdkirina miwekîlê xwe yê berê nirxand. Işik da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan ji sala 1999’an ve ku radestî Tirkiyê hat kirin didome.    ‘TECRÎT HATIYE KÛRKIRIN’    Işik anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan bi anîna pergala “serokatiyê” bêtir kûr bûye û got: “Tecrît ji roja Birêz Ocalan avêtine zîndana Îmraliyê pêk tê. 20 sal in bênavber tecrîd didome. Li Îmraliyê pergalek hatiye avakirin û bi taybet tê birêvebirin.”   ‘TECRÎD BI HÊNCETÊN BÊBINÎ TÊ JIDANDIN’      Işik da zanîn ku mafê Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinên bêasteng pêk bîne û wiha got: “Bi salan hevdîtin û axaftina telefonê hat astengkirin. Ev maf tenê ji bo Ocalan û girtiyên li gel wî pêk nayê. Hevdîtin bi hêncetên bêbinî tên astengkirin. Bi salan televîzyon û rojanme nedanê. Rojnameyên wê demê didanê jî nivîs û quncik nivîsên bala birêz Ocalan bikişanda dihatin jêkirin û ji bo televîzyonê jî tenê frekansek dihat dayîn.”    ‘BI BIRYARÊN SIYASÎ TÊ BIRÊVEBIRIN’    Işik bi bîr xist ku di encama greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin li gel Ocalan piştî 8 salan parêzeran hevdîtin pêk anî û got tu aliyên hiqûqî yê tecrîdê nîne. Işik diyar kir ku di encama biryarên siyasî de li ser Ocalan tecrît tê sepandin û bi tu awayî aliyê hiqûqî yê astengkirina hevdîtinan jî nîne.   ‘TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ CEM BIRÊZ OCALAN E’    Işik destnîşan kir ku êdî tecrîdek girankirî pêk tê û got: “Ji ber ku ji nêrîn û ramanên birêz Ocalan ditirsin bi tecrîdê qût dikin. Di heman demê tecrîdkirina Ocalan tê maneya tecrîtkirina civakê jî. Tekane rêya rizgariya ji alozî û krîzên siyasî yên li welat dawîanîna tecrîdkirina Ocalan e. Lazime ji bo parêzer, malbat û rewşenbîran deriyê Îmraliyê were vekirin. Heke îro ew derî vekirîbûna dê şer tunebûya û krîz pêk nehata. Dê Tirkiye di polîtîkaya navxweyî û derve de neketibûya tengaviyê. Ji ber vê yekê ye em dibêjin tekane rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêkan û muxatabiyê Greva Îmraliyê cem birêz Ocalan e.”   MA / Cemîl Ûgûr