Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû 2019-12-25 19:17:03 AMED – Baroya Amedê û Vakfa Mezopotamya xebata Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku dest bi “Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî" kiribû, bi encam kir. Baroya Amedê û Weqfa Mezopotomya ku bi hevre dest bi xebata "Ferhenga Têgihên Hiqûqî ya Kurdî" ya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin dabû destpêkirin, bi encam kirin. Piştî ferheng bi dawî bû li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê, danasîna pirtûkê kirin. Xebata ferhengê ya 4 salan bi dawî bû. Di civîna danasîna ferhengê de Serokê Lijneya Mutevekîl a Vakfa Mezopotamya Selim Olçer, diyar kir ku di sala 2013'an de dema Vakfa Mezopotamya  ava kirin, armanc kirin ku zanîngehê vekin û wiha got: "Lê ji ber konjonktên siyasî me berê xwe da xebatên akademîk. Piştî 5 salan me cih da xebatên Kurdî û berhemên kurdî çap kirin. Xebata Elçî ya ferhengê li gel Serokê Vakfa Mezopotamya Osman Akyil dest pê kiribû. Piştî xebatên 4 salan bi dawî bû.    Piştî xebatên danasînê ferheng diyarî beşdaran kirin.