Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome 2019-12-25 15:20:01   ŞIRNEX - Xebatên lêgerînê yên ji bo karker Hasan Înal ê ku di bin hezaz ku duh li kaneke komirê pêk hat de didomin.    Li kaneke komirê ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, duh hezazek pêk hatibû û karkerê bi navê Hasan Înal di bin hezazê de mabû. Xebatên lêgerînê yên ku duh ji bo rizgarkirina Înal hatibûn destpêkirin, îro jî didomin.    Bi komên lêgerînê re Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Kaçmaz jî di nav de bi sedan kes li herêma kanê sekinîne.    Ji bo ku hezaz bê rawestandin, li devê kanê bi daran piştek hatin çêkirin û ji bo rewşeke awarte li herêmê agirkuş û ambûlans jî hatine bicihkirin.