Li kujerên hevjînê xwe digere 2019-12-25 13:14:07 WAN – Hatîce Kiliçak a ku ji bo kujerên hevjînê wê Ziyaddîn Kiliçak ê 2 sal û nîv berê li Wanê hat kuştin têdikoşe. Kiliçak ji bo piştevaniya hiqûqî serî li ÎHD’ê da.  Ziyaddîn Kiliçak 2 sal û nîv berê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hatibû kuştin. Hevjîna Kiliçak, Hatîce Kiliçak a dayika du zarokan ji bo dîtina kujeran têdikoşe. Kiliçak da zanîn ku tevî wê serî li dozgeriyê daye jî serlêdana wê bêencam maye. Kiliçak got dewlet têkildarî kuştina hevjînê wê her tiştî dizane. Kiliçak got ew dixwaze kujerên hevjînê werin dîtin.    Kiliçak ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da.