Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e 2019-12-25 12:59:00 MÊRSÎN – Li Tirkiyeyê çavê karker û kedkaran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e ku sibê raqamekê aşkere bikin. Serokê Şaxa Genel ÎŞ'ê ya Mêrsîne Kemal Goksoy, diyar kir ku divê heqê herî hindik 3 hezar û 200 TL be û wiha got: "Xwestina fedekariyê zêde ya ji karkeran, qerf pêkirina  aqil û keda karkeran e."   Sibê dê Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik raqama heqê herî hindik a sala 2020'an aşkere bike. Çavê 7 milyona karker û kedkar li Komîsyonê ye. Komîsyonê ji bo heqê herî hindik ê karker û kedkaran diyar bike, herî dawî di 17'ê Kanûnê de civîn li dar xistibû. Ji aliyê hikûmet û dewletê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê nûnertiyê dike, ji aliyê karkeran Turk-Îş, ji aliyê karsazan jî TÎSK nûnertiyê dike. Komîsyon heta niha 3 caran kom bû Lê heta niha ji bo heqê herî hindik ê sala 2020'an raqamek aşkere nekirin. Herî dawî Serokomar Erdogan gotibû em ê jesta xwe bikin. Karkeran bertek nîşanî vê yekê dabû. Nûnerên Turk-Îş'ê diyar dikin ku kêmî 2 hezar û 578 TL bê rojevê dê ji ser maseyê xwe vekişînin. Nûnerê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK) jî diyar kir ku divê heqê herî kêm 3 hezar û 200 TL be. Xebatên komîsyonê ku çavê milyonan li bendê ye hat asta dawî. Komisyon, dê sibê raqama heqê herî kêm a sala 2020'an aşkere bike.    Serokê Şaxa Genel Îş'ê ya DÎSK’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, anî ziman ku divê heqê herî hindik li gorî zêdebûna enflasyonê zêde bibe û herî kêm 3 hezar û 200 TL be.  Goksoy, anî ziman ku niha sînorê xizaniyê di bin sînorê birçîbûnê de ye û wiha got: "Li gorî sala par zem ji sedî 50 zêde bûye. Em vê yekê ji kartol, pîvaz û sebzeyên ku li bazarê tên firotin dizanin. Mirovên ku sala par krîn û firotin dikir îsal nikarin heman kirîn û firotinê bikin. Heqê herî kêm ji xwe fedekariya herî mezin e. Xwestina fedekariya karkeran heqaret û ferqkirina li dijî aqil û keda karkeran e. Karker û kedkar bi nan nayê tehdîtkirin."    ‘MALA KU KÊMÎ 4 HEZAR TL PERE TÊKEVE HUNDIR BIRÇÎ YE'   Karkerê şaredariyê Erdal Yilmaz  jî anî ziman ku mala ku kêmî 4 hezar tl pere têkeve hundirê wê ew mal birçî ye û wiha got: “Îro 800 TL kîraya xanî ye. Fatûraya av, ceyran û xaza xwezayî jî Hezar û 300 - Hezar 400 TL tê. Heqê xwarin, vexwarin û lêçûna dibistanê jî dikeve ser nikarim debara xwe bikim. Ji bo mirov parsekiyê neke divê herî kêm 4 hezar tl  pere têkeve malekê. "   Karkerê fabrîqeyê Bulent Derik (40) jî anî ziman ku li gel zêdeyî heqê herî kêmtir distîne jî dîsa nikare debara xwe bike û got: "Ez bi vî halî nikarin pêdiviyên perwerde, tenduristî û bazarê yên malbatê pêk bînim. Sala par ez bi 50 TL diçûm bazarê. Lê îsal ez nikarin bi vî pereyî tiştekî bistînim."    MA / Ergin Çaglar