Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir 2019-12-25 11:28:38   AMED – Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku girtî tê darizandin dest pê kir.    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê tebaxê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, di 22’ê cotmehê de di çarçoveya derbirînên Hîcran Berna Ayverdî ya îtîrafkar de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Mizrakli girtî jê tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Mizrakli bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 sal cezayê hefsê jê re tê xwestin tê darizandin.    Beriya danişînê polîsan li derdora Dadgaha Amedê tedbîrên ewlehiyê girtin.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê yên Amedê, rêveberê û hevserokên HDP’a Amedê, rêveberên CHP’a Amedê, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, rêveberên Partiya Kedê, Serokê Baroya Mêrdînê parêzer Îsmaîl Elîk, rêveberên Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî danişînê bûn û dozê dişopînin.    Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Danişîn bi tespîta nasnameyê û parastina Mizrakli dest pê kir.    Danişîn didome.