Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin 2019-12-25 10:47:08   AMED – Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr di encama her çiqas şahidê nepen gotiye “ez vî kesî nas nakim” jî hatiye girtin.    Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr di 23’ê kanûnê de li Dadgeha Amedê bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Hevşaredar Ozdemîr û Buluttekîn bi şahî û çalakiyên partiya wan HDP li dar xistiye tên sûcdarkirin.    Ji Ozdemîr tevlîbûna wî ya çalakî, şahî û bernameyên partiya wî HDP’ê li dar xistiye hatiye pirsîn û vê yekê kirine hênceta girtinê. Şahidê nepen ê bi navê “Tosûn” di sala 2017’an de îfadeyek daye û her çiqas şahidê nepen di wêneyê nîşanî wî hatiye dayîn de jî gotiye “ez vî kesî nas nakim” jî lê li gel vê yekê dîsa jî Ozdemîr hat girtin.    ‘ANGAŞT BÊBINÎ NE’    Ozdemîr da parastina xwe de diyar kir ku ew beyanên şahidê nepen û hêncetên pê tê tewanbarkirina qebûl nake û got: “Ez van angaştên derbarê xwe de qet û qet qebûl nakim. Ev angaşt bêbinî ne. Beyanên şahidên nepen nerast in û hemû derew in. Ji xwe şahidê nepen di îfadeya xwe de jî gotiye ku min nas nake.”   Ozdemîr bi hênceta şahidên nepen “Tosûn”, beşdariya wî ya çalakî û bernameyên partiya wî û parvekirinên medya civakî bi angaşta “endamê rêxstinê ye” hat girtin.