Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin 2019-12-25 10:38:13 WAN - Li navçeya Elbakê, li ser sînorê Îranê cenazeyê penaberekî ji Nîjeryayê ku qefiliye hat dîtin.  Li gundê Kaşkol ê navçeya Elbak a Wanê, li ser sînorê Îranê cenazeyê penaberekî ji Nîjeryayê ku qefiliye hat dîtin. Piştî lêkolînên ku li ser hatin kirin, cenaze rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji vir jî ji bo otopsiyê rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê.   Duh jî li heman herêmê cenazeyê penaberekî ku ew jî qefilîbû hatibû dîtin.