Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e 2019-12-25 10:27:06 STENBOL - Hunermend Ahmet GuneşTekîn, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê ji bo îktîdarê bûye pratîkeke zor e û got: "Tirkiye, di doza Roboskiyê de polîtîkaya bêcezatiyê pejirand".    Di ser Komkujiya Roboskiyê re 8 sal derbas bûn ku di 28'ê Kanûna 2011'an de piranî jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatibûn kuştin. Hunermend Ahmet Guneştekîn, anî ziman ku îktîdarê ji bo pêkanîneke neqanûnî çavên xwe girtiye û ji ber vê komkujî pêk hatiye. Guneştekîn, destnîşan kir ku Roboskî ji bo îktîdarê pratîkeke dijwar e û got: "Paşê ji binpêkirinên din cudatir hat nîqaşkirin. Di warê mafên mirovan, mafên zarokan, edalet, hiqûq, biyopolîtîka hwd. de hat nîqaşkirin û hîn jî tê nîqaşkirin û nivîsandin. Tiştên li Roboskiyê qewimîn, ji nişkave pêşî li herikbariya jiyanê birî. Şikestinek mezin bû".    ‘NE MIMKUN E EM WEKÎ WAN BIBIHÎSIN'    Guneştekîn, bal kişand ser pêvajoya komkujiyê û got, ev komkujî di raya gştî, di çapemenî, parlementoyê de û li kuçeyan bû sedema hêrseke mezin. Guneştekîn, bibîr xist ku rayedarên îktîdarê jî ji bo vê hêrsê sivik bikin, daxuyandibûn ku "Wan gotiye qey ne qaçaxçî endamên terorê ne" û got: "Li gor qanûna jimare 5233'yan rayedarên dewletê tazmînata pereyî teklîf kirin. Lê malbatan qebûl nekir. Paşê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Lê serlêdan nehatin qebûlkirin. Dibe em di vî warî de êşa malbatan fêm bikin, lê ne mimkun e em bi qasî wan tişta qewimiye bibînin û bibihîsin".    ‘MEKANÎZMAYÊN HIQÛQÊ NAŞUXILIN    Guneştekîn, destnîşan kir ku di dozên wiha de mekanîzmaya hiqûqê nayê şoxulandin û got: "Ji bo mirov bawer bikin ku edalet heye, nexwe divê berpirsiyar bênc ezakirin. Wisa bibe jî ew travma baş nabe. Ev hem ji malbatan hem jî ji bo me. Di dozên bi vî rengî de ku kiryarên wan nayên dîtin, ne mimkun e mirov behsa cebirandinekê bike. Bi rasî jî pir zor û zehmet e. Em li vir dikarin bal bikişînin ser bîra civakiyî. Gava em bixwazin li Tirkiyeyê demokrasiyê analîz bikin, beriya her tiştî divê em berê xwe bidin dîroka wê ya ku tu carî ji şidetê xalî nebûye. Di warê demokrasiyê de gelek bûyer û nakokî hene, ek ji van jî Roboskî ye. Li vira tişta em behs dikin hem beden hem jî gotin in. Şideta di ser wan re tê çêkirin. Ev şidet, di heman wextî de ji bo kesan nenaskirinê, nexuyakirinê, mirinê û rûxandinê hildiberîne. Mekanîzmayên xizaniyê û newekheviyê hildiberîne. Yanî li vira em behsa pirsgirêkeke strukturel dikin".    BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN    Guneştekîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê her diçe binpêkirina mafên mirovan zêde dibe û got: "DMME'yê, bi hinceta rêyên hiqûqa navxweyî ne xitimîne doza Roboskiyê qebûl nekiribû. Bi vê biryarê polîtîkaya bêcezatiyê ya Tirkiyeyê pejirand".    'HIQÛQ ÎKTÎDARÊ NADRIZÎNE'   Guneştekîn, diyar kir ku fikra ku kiryarên van dozan dewlet e jî rê li ber çareserkirina van dozan digire û got: "A rast pirs ev e; bi fikrekî hîn spesîfîk divê pîlotên bombe barandine an kesên talîmat dane wan bên darizandin an jî di vir de kiryar îktîdar e? Dadgehên Nûrnbergê li vira ne, dibe em li wan mêze bikin. Tim û tim ê sûcdar kes e. Mekanîzmaya hiqûqê kesan didarizîne, ne fikran an jî îktîdarên siyasî. Çimkî di mekanîzmayên hiqûqê de têg otin her sûc şexsî ye û bi awayekî berbiçav tê pênasekirin. Helbet ji bo malbatan dîtina kiryaran bivê nevê ye. Lê divê pirsa me ev be; pergala hiqûqê wê çi qasî destûra vê yekê bide".    MA / Erdogan Alayûmat