Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn! 2019-12-25 09:14:32 WAN - Du girtiyên di dema sewqkirinê de hatibûn derbkirin, giliyê gardiyanan kiribûn. Giliya wan hat redkirin û ji ber vê jî ceza li wan hat birîn. Mehmet Sayilgan û Îdrîs Işik ku gava ji Girtîgeha Mûşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatibûn kirin, lêgerîna tazî li wan hatibû ferzkirin. Ji ber ku her du girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan ew derb kiriye. Li ser vê her du girtiyan serî li dadgehê da û giliyê gardiyanan kirin. Dadgehê daxwaza girtiyan red kir û bi ser de jî bi îdiaya "astengkirina peywirê" û "heqareta li peywirdarên dewletê" doz li wan vekir û sal û 5 meh ceza li wan birî.    Dadgehê di biryara xwe de îdia kir ku girtiyan heqaret li gardiyanan kiriye û vê biryarê jî li gor qeyda sicîlê ya girtiyan daye. Her wiha dadgehê di biryara xwe de ji bo her du girtiyan got, "keseên nayên îslehkirin".    Paşê parêzeran serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê da. Dadgeha îstinafê jî diyar kir ku tiştekî derî hiqûqê tuneye û serlêdana parêzeran red kir û cezayê li girtiyan hat birîn pejirand.    Parêzeran serî li Dadgeha Bilind da.    MA / Adnan Bîlen