‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’ 2019-12-25 09:05:57 AMED – Aktîvîstên jin ên endamên Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî di cîvînê de yekîtiya netewî nirxandin. Jinên siyasetmedar diyar kirin ku ji bo yekîtiya kurdan gereke jin pêşengtiyê bikin û wiha gotin: “Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe.”   Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî 23’ê Kanûnê bi minasebeta duyemîn salvegera damezrandina Platformê, li Amedê civiyan. Gelek endamên platformê, kesayet, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Ji van jinên ku endamên platformêne têkildarî yeketiya neteweyî ya Kurd nirxandin kirin. Endama Partiya Azadî Gulçîn Demîr destnîşan kir ku divê wek jin bi hevre tevbigerin û wiha axivî: “Ez piştevaniya yekitiyê dikim û heta dawiyê jî ez ê di nava her platformê de cih bigirim. Jin bixwaze dikare hertiştî bi dest bêxe.” Demîr, bal kişand ser xwedî derketina çand û ziman û wiha axivî: “Ji bo ku em yekitiya xwe xurttir bikin tişta ewil em lê xwedî derkevin ziman e. Çand û ziman hebûna me ne.”   ‘JIN PÊŞENGTIYÊ BIKIN DÊ YEKITÎ ZÛTIR ÇÊBIBE’   Cîgira Serokatiya Partiya Însan û Azadiyê Menîce Gulmez diyar kir ku ji bona yekitiya kurdan gereke jin pêşengtiyê bikin û wiha got: “Wexta jin bibin yek û bikevin pêşiyê dê yekitî zûtir çêbibe. Pêşkeşî di destê mêran de ye heke jin bibin pêşeng bawerim dê yekitî zûtir çêbibe.” Gulmez, bal kişand ser îtîfaka partiyên Kurdistanî û wiha berdewam kir: “Îtîfakeke pir bi qiymete. Heta niha îtîfakeke wisa çênebûye. Şukur niha bûne yek. Ji bo ku hem îtîfakeke heremî hem yeke netewî pêk were pêşengtî tê kirin. Herkes fikr û ramanên xwe, daxwaz û xwestekên xwe danin holê ji bo ku yekitî çêbe. Ez bawer dikim ku heke îtîfaka heremî çêbibe dê ya netewî jî çêbibe. Hemû partî divê daxwaziyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, daxwaziyên gelê kurd bide pêş xwe û bikeve nav têkoşînê de.” Gulmez, herî dawî wiha got: “Li ser navê jinan dibêjim êdî bes e. Kuştina kurdan re , girtina kurdan re, mazlûmiyeta kurdan re êdî bes e. Kurd mîna miletê dunyayê mileteke. Ji bo tifakê em wek jinên kurd em ê pêşengtiyê bikin. Em ê destê xwe bidin bin kevir, barê me giran e riya me zor e. Tu karên xweş bê zorî nabe. Tifaka kurdan dê çêbe înşalah."   ‘JINA KURD NIHA BI RÊXISTINE’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Tetwanê Sarye Yilmaz diyar kir ku heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe û wiha got: “Kurd niha di nava xwe de perçe perçe ne. Jin aşitîxwaztir in û zêdetir çand, ziman û yekitiyê diparêzin. Heke jinên çar perçeyên Kurdistanê werin ba hev ez bawer dikim ku dê bikarin yektiyê jî ava bikin. Hêza jinan mezintire çi bixwazin dikarin bikin. Ji zilaman hestiyartir û çêker in. Niha jina kurd bi rêxistine, rêxistinbûna jina kurd ji hemû cîhanê re bûye îlham û hemû hêzê ji wan digirin. Bila ew jî bi hêza xwe bawer bin. Divê kurd li hev xwedî derkevin.”   ‘DIVÊ JIN JI BO AVAKIRINA YEKITIYÊ ÎNÎSIYATÎF BIGIRIN’   Aktîvîsta Platforma Maf û Edaletê Nurten Ertûgrûl da zanîn ku divê jin di hemû qadan de bi bandor bin û wiha axivî: “Pirsgirêkên cîhanê ji bo ku jin ji jiyanê hatine dûrxistin derketine holê. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibin divê jin bi hevre tevbigerin. Divê jin ji bo avakirina yekitiyê înîsiyatîf bigirin. Sekinîna şerê li heremê ji yekitiyê re derbas dibe.”   MA / Arjin Dilek Öncel - Fahrettin Kılıç