ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-25 09:00:04 * Aktîvîstên jin ên endamên Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî diyar kirin ku ji bo yekîtiya kurdan pêwîste jin pêşengtiyê bikin û wiha gotin: “Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe.” * Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin, ji ber di dema binçavkirina Hevşaredar Kezîban Yilmaz da, binçavkirina Yilmazê bi çepikan şermezar kirine ji kar hatin derxistin.    * Welatiyên li Taxa Akkopru ya navçeya Tûşbayê di xaniyê nelihev û serobero de yên li ber Toprakkaleyê dimînin, bi mirinê re rû bi rû ne, ji lewre dibe ku ji nişka ve zinare bi ser wan de bikevin.    * Hunermend Ahmet GuneşTekîn, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê ji bo îktîdarê pratîkeke zor e û got: "Tirkiye, di doza Roboskiyê de polîtîkaya bêcezatiyê pejirand".    * Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî tenduristiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Baroya Amedê û Weqfa Mezopotomya ku bi hevre ferhenga Têgihên Hiqûqî yên Kurdî amade kirine, dê li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê, danasîna pirtûkê bikin. (16.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê, dê têkildarî êrîşa li dijî xwendekarên Kurd ên li Korkutelî rastî êrîşê hatin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)   * 2'yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku Şaredariya Êlihê organîze dike, dê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn bi kokteylekê dest pê bike. (18.00)   * Şaxên Platforma KESK-DÎSK-TTB'e yên Antalyayê, dê têkildarî butçeya 2020'an û lêpirsîna ewlehiyê, li Qada Attalosê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)