Dadgehê biryara dewama Kavala da 2019-12-24 14:22:02 STENBOL - Karsaz Osman Kavala ku ji doza parka Gezî girtî tê darizandin, di danişînê de xwest ev bê hiqûqî bi dawî bibe û got: "Îdîayên ku min bûyerên Gezî plan kirine û organize kirine bê kok in. " Heyetê jî piştî li Kavala guhdar kir biryara berdewama Kavala da û danişîna dozê taloqî 28'ê Çileya 2020'an kirin. 4'emîn danişîna doza Karsaz Osman Kavala yê ku ji doza bûyerên Parka Gezî girtî tê darizandin û 15 kesên serbest tên darizandin, li 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kamsupa Sîlîvrî ya Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de heyetê li "şahid" polîs Ercan Orhan Aydin û "şahid" polis Hasan Gul guhdar kirin. Gul, di îfadeyê de anî ziman ku ew Osman Kavala ji cemaweriyê dizane û wiha got: "Ez wî ji saziyên civakî dizanim. Di bûyerên gezî de ew li ku bû nizanim. Min ew di bûyerê tundiyê de qet nedît. Merasima herî qelebalix a cenaze ya Berkin Elvan bû. Ji bo li gorî mzakereyan tev bigerin û bê bûyer bi dawî bibe bi biryar bû."  Gul dîsa anî ziman ku nebû şahid ku Kavala tev li bûyeran bûyerên tundiyê bûye.    KAVALA: AGAHÎ NEDAN   Piştî şahidan Osman Kavala, jî parastin kir û got: "Şahid nebûne şahidê ku ez tev li bûyeran bûme ango min bûyer araste kirine. Min bi tu awayî bûyer plan nekiriye û organîze nekiriye. Hemû daxwazên min ên berdanê hatin redkirin. Ez beraeta xwe dixwazim. Ez dixwazim ev bêhiqûqî û ev cudakarî bi dawî bibin.    Mucella Yapici ku serbest tê darizandin jî got: "Daxuyaniya çapemeniyê mafê herî bingehîn ê kesan e. Bi taybetî ez ji vê mijarê hatim darizandin û min beraet kir. Şahid jî nîşan didin îdîaname bê esil e."  Can Atalay ê ku tê dariznadin jî anî ziman ku ji destpêkê heta niha diyar dike ku bûyerên Gezî ne sûc in. Tayfun Kahraman tê darizandin jî got "Bûyerên Gezî ne sûc e bi tu awayî tev li bûyerê tundiyê nebûye.      Prz.  Koksal Bayraktar jî bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Kavala de daye û girtiya wan keyfî ye. Prz. Bayraktar, da zanîn ku gritin li dijî biryara xala 5'an a PMME'ê ye. Ji sedî 95 biryaren DMME'ê hatiye îhlalkirin. Em dixwazin biryara girtina Kavala bê rakirin."    Parêzer Deniz Tolga Aytore û Îlkan Koyuncu, jî xwestin Kavala bi lez bê berdan.    Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran red kir û biryara berdewama girtina Kavala da û doz taloqî 28'ê Çileya 2020'an kir.