Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot 2019-12-24 14:08:52 WAN – Zarokê 17 salî diyar kir ku polîsan wî bi malbata wî ew tehdît kirine û sîxûriyê lê ferz kirine. Zarok serî li Şaxa ÎHD’a Wanê da û li dozgeriyê giliyê polîsan kir.  Zarokê 17 salî yê nexwest navê wî were nivîsandin ê li taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, bi hênceta polîsan gefê mirinê lê xwarine û wî bi malbata wî tehdît kirine û sîxûriyê lê ferz kirine serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û piştî piştevaniya hiqûqî wergirt, çû dozgeriyê giliyê polîsan kir.    'WÊNEYÊ XWIŞKA MIN NÎŞANÎ MIN DAN Û GEF LI MIN XWARIN’    Zarok da zanîn dema polîsan ew binçav kiriye lêdane û polîsan li Şaxa Zarokan a Emniyetê sîxûriyê lê ferz kirine. Zarok anî ziman ku polîsan jê re gotiye “Em bi te re biaxivin, tu jî ji me re her tiştî bêje. Em ê heta hetayê karek sîgortayî bidin te.”    Zarok tiştê bi serê de hatin wiha vegot: “Piştî binçavkirinê min birin edliyê û ez hatim berdan. Pişt re tu hevdîtinên min çênebûn. Piştî du mehan ez dîsa hatim dadkirin. Piştî dadgehê biryara beratê da min, polîsan dîsa hatin û xwe gihandin min. Ez li parkekê rûdiniştim, du kes hatin cem min û ketin milên min. Gotin ‘serê xwe xwar bike û li serçavê me nenêre.’ Ji min pirsa ez bi çi hevalê xwe re axivîme kirin. Min got ez tiştekî neaxivîme. Pişt re yek ji wan telefona xwe derxist û wêneyê xwişka min nîşanî min da. Gotin ‘Diyar e tu ji xwişka xwe pir hez dikî. Meraq neke dê tu tiştek nebe, tenê tu bersiva pirsên me bide.’ Min jî bersiv da pirsên wan. Ji min pirs kirin ku çalakiyên li taxê ji aliyê Gotin ‘tu van hîn bibe, emê dîsa xwe bigihînin te.’ Pişt re min berdan û çûn.”    'HER TIM JI MIN XWESTIN EZ TEV LI ÇALAKIYAN BIBIM’   Zarok da zanîn ku du hefte şûn ve dîsa polîsan xwe gihandiyê û dîsa berpirsên çalakiyên li taxê pêk tên jê pirsî ne û wî jî gotiye ku tu agahiyê wî ji wan nîne û li ser vê yekê polîsan gef lê xwariye.    Zarok anî ziman ku polîsan gef lê xwariye û got: “Yek ji polîsan got ‘Binêre tu ji malbata xwe gelek hez dikî, tu naxwazî bikevî girtîgehê. Heke tu naxwazî zirerek were serê ferdek malbata te her tiştî ji me re bêje. Em ê te biparêz in.’ Polîsan ji min re gotin li taxê tev li çalakiyê bibe û binêre kî çalakiyê li dar dixe û were ji  me re bêje. Min jî ji ber gefên wan teklîfa wan qebûl kir. Piştî heftiyek du hefteya dîsa polîs hatin gel min. Ji min re gotin ‘te çalakî kir?’ Min got na min çalakî nekiriye. Min got kes tune bûye. Gotin ‘divê tu şevek çalakî heye biçî. Binêre ka kî çalakiyê li dar dixe. Li ser û çavê wan binêre ew kî ne û hîn bibe.’ Dîsa min bi van gotinan tehdît kirin.”    ‘CIWANAN JI HEV BELAV BIKE’    Zarok diyar kir ku dîsa dema ew rojek ji avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê derketiye polîsan rêya wî biriye û polîsan gef lê xwariye û sîxûriyê lê ferz kirine.    'GEFÊN MIRINÊ LI MIN DIXWIN’    Zarok da zanîn ku polîsan bi gefan jê xwestiye karên îlegal bike, Meclîsa Ciwanana HDP’ê ji hev belav bike û wisa ye ku her ciwanê ji avahiya HDP’ê derdikeve polîs pêşiya wî/wan dibirin û didin pey wan û van teklîfan li wan dikin.    Zarok anî ziman ku polîs niha gefên mirinê lê dixwin û got: “Ji ber vê yekê min serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Pişt re jî ez çûm dozgeriyê û min giliyê polîsan kir. Li dijî malbata min gef tên kirin. Wêneyê xwişka min nîşanî min dan û gefên mirinê xwarin. Min kirin sîxûr. Çend caran tiştan bi min dan gotin. Polîs bi awayek xerab berê xwe didin min. Heke tiştek were serê min sedemê vê yekê polîs in.”