Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire 2019-12-24 13:20:15   ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji doza xwe ya sereke tê darizandin wiha got: "Duh kesê ku jinan ciwan a bi navê Ceren li kolanê qetil kir, ji rêgezên hiqûqê ku li gorî kesan tên guhertin sûd girt û dibe ku li kolanan hin kesên din bikuje. Lê heman welatî kesên ku serokkomar rexne kirine dikarin bi 3-4 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin."   Daneşîna doza Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jê tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin . Yuksekdag ji GIrtîgeha Kandrayê ku lê girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû.    'DI FEZLEKEYAN DE PIRSGIRÊKÊN CIDÎ HENE'   Yuksekdag a ku bi biryara yekkirinê ya 9'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê dest bi axafitinê xwe kir û diyar kir ku di hemû fezlekêyên jê re hatine şandin de gelek kêmasî hene û got: "Di warê axaftinên ku aîdê minin de tu pirsgirêk  tune ye. Lê di warê cidiyetê de pirsigirêk heye. Di warê danasîna axaftinê de pirsgirêk hene û ev dibe pirsgirêk. Ez dixwazim bibêjim ku ev şaşî wê bibin sedema pirsgirêkên cidî."   'BI TAYBETÎ DESTESER KIRIN'    Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundiya dewletê ya li ser dozên kesên hatin hilbijartin û wiha berdewam kir: "Di salên ku me li pey xwe hiştin de em bi operasyonên bi vî rengî re rûbirû man, lê wan desteserkirina îradeyê wekî teknîka taybet danîn holê. Hebûna xwe bi darazê didin îspatkirin. Bi tayînkirina qeyûm êrîşî nûnertiya gel dikin."    'Em dibînin ku nexweşiyek li holê heye'   Yuksekdag anî ziman îqtîdar xespkirina îradeyê û operasyonên xwe yên siyasî berdewam dike û wiha got: "Rewşa qeyûm ku em pê re rûbirû dimînin tu elqeya wê bi hiqûqê tune ye û ev xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Kesê ku di warê hiqûqî de ji bo bibe hevşaredar tu pirsgirêka wan tune ye pitî ku tê hilbijartin bi du rojan dibe pirsgirêk  û mazbataya wan tê desteser kirin.  Bi giştî 33 şaredariyên me hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên me hatin kirin.  Ji vê jî diyar dibe ku ev darizandin bi awayê dijhiqûqî tên kirin. Ji ber vê em dibêjin ku nexweşiyek li holê heye."   'DIVÊ EM JI HEQÎQETÊ RE BIBIN RONAHÎ'    Yuksekdag bal kişand ser kuştina jinan ku her diçe zêde dibe û wiha domand: "Di mek nêz de kuştina jinan ket rojeva welat. Daraza ku  di warê kuştina jinan de ji ber rewşa baş ceza kêm dike, dema mijar dibe siyaset, bê tehemûliyê dike û bi awayê tolhildanê nêz dibe. Ev ji aliyê îktîdara siyasî ve bê qebûlkirin an neyê qebûlkirin jî ev bûye sedema darizandina civakî. Duh kesê ku jinan ciwan a bi navê Ceren li kolanê qetil kir, ji rêgezên hiqûqê ku li gorî kesan tên guhertin sûd girt û dibe ku li kolanan hin kesên din bikuje. Lê heman welatî kesên ku serok komar rexne kirine dikarin bi 3-4 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Rojnameger bi salan dikarin di girtîgehan de bimînin. Ger ku ev rewş berdewam bike wê ev pêkanîn bibin sedema helwestên xeternak di nava civakê de ku derkevin holê."    'LAZIME EM ZILMA CELADÊ XWE LI RÛYÊ WÎ BIDIN'    Yuksekdag diyar kir ku divê ew zilma celadê xwe li rûyê wan bidin û got: "Operasyonên qirkirina siyasî li dijî partiya me berdewam dikin. Desteserkirina şaredariyên HDP'ê tê wateya desteserkirin nûnertiya wekhev a  nava civakê û nûnertiya jinê. Îktîdar pitî têkçûna xwe ya 31'ê Adarê careke din operasyon pêk anî û hem tola xwe ji gel û hem jî ji jinan hilanî.  Bi darbeya duyemîn a qeyûm re îradeya jinan caredke din hat desteserkirin."    'EM Ê BI SEKNA XWE YA BI HÊZ LI BER XWE BIDIN'    Yuksedag diyar kir ku ew ê ji zulumkaran bi rêya demokraiyê hesap bipirsin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi gelê xwe bawer in û gelê me jî bi xwe bawer e.  Bêzerkirina girtîgehan ji holê hatiye rakirin, ji ber ku li derve jî 800 hezarî zêdetir mirov girtî ne. Ev kes bi rêya şertê kontirola edlî her daîm mecbûr dimînin ku bibin muhatabên dadgeh û qereqolan.  Hejmara van kesan bi sedhezaran e. Çareserkirina vê tenê ne di destê darazê de ye. Lê rola darazê girîng e û ev dikare bibe sedema  vekirina deriyekî girîng."   Piştî parastina Yuksekdag, parêzerên wê parastinê kirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Piştî parastina parêzeran dozger xwest girtina Yuksekdag dewam bike. Heyeta Dadgehê jî daxwaza dozger qebûl kir û biryara dewama girtina Yuksekdag da. Danişînek din taloqî 10'ê adara 2020'an hat kirin.