Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye 2019-12-24 11:42:34 MÛŞ – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê dewama “aqlê neçareseriyê ye” û îqtîdar li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd “dijminahiya kurdan” xistiye dewrê.  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û polîtîkya li dijî pirsgirêka kurd ji ajansa me re nirxand.    ‘JI ROJA EWIL HETA NIHA VE TECRÎD DIDOME’    Koçyîgît diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin ne nû ye û wiha got: “Tecrîd ji sala 99’an ve bi giranî dewam dike. Girtîgeha Îmraliyê di mijara girtîgehan de di wesfê laboratûarê de tê bikaranîn. Birêz Ocalan ji roja anîne Tirkiyê û li Girtîgeha Îmraliyê ya ewlehiya wê bilind tê ragirtin tê tecrîdkirin. Em vê pir vekirî û zelal bêjin. Çimkî pergala Îmraliyê li Tirkiyê bi pergalek taybet tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de vê pergala taybet li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Taybetmendiyek Îmraliyê wiha heye. Ku wek laborûatara girtîgehan didin xebitandin. Gelek sepanên li ser girtîgehan ewil ji Îmraliyê ceriandine û pişt re lig elek girtîgehan belav kirine. Niha li tevahiya Tirkiyê berbelav bûye.”    ‘YA KU TECRÎDÊ DISEPÎNE AQLÊ NEÇARESERIYÊ YE’    Koçyîgît gotinên “Werin em di hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ez ê di hefteyekê de rewşa pevçûnê û îhtîmala wê ji holê rakim. Ez ê çareser bikim, ez bi xwe bawerim, ez ji bo çarseriyê amade me. Ancak dewlet û aqlê dewletê divê pêwîstiya wê bê kirin” ên Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, li Tirkiyê tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Tecrîda li Îmaliyê bermahiya ‘aqlê neçareserkirinê ye.’ Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên qedîm a vî welatî ye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn û kûrtirîn e. Divê pirsgirêka bi lezgînî were çareserkirin jî ev pirsgirêk e. Birêz Ocalan dibêje ‘ez ji bo çareseriyê amade me’  lê îro tecrîda girankirî pêk tê. Tecrîda tê sepandin, aqlê neçareseriyê yê polîtîkaya dewletê ye. Naxwazin ew hêz çareserger û hişmendî bi civakê re rû bi rû bimîne. Çimkî ew xwe bi neçareserkirinê xwedî dikin. Çimkî ew xwe bi tundiyê xwedî dikin. Ew xwe bi şer, tundî, herikîna xwîn û hêsirên çavan li ser dijminahiya gelê kurd xwe ji girseya xwe re konsolîde dikin. Ji ber ku niha ev polîtîka kêrî wan tê div ê polîtîka û siyasetê de israr dikin û didomînin.”    MA / Cemîl Ûgûr