Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e 2019-12-24 10:19:13 AMED - Nûnerên Sendîkayên Kedkaran û Partiyên Siyasî, diyar kirin ku sedema qeyrana aborî butçeya ji şer patronan re hatiye veqetandin e.  Nûnerên sendîka û partiyên siyasî der barê butçeya 2020’an a ku AKP-MHP’ê erê kir de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnexê Muzaffer Yildirim ku beşdarî mîtînga Amedê bû, got: “Em li dijî butçeya şer in. Ji Amedê bang dikim ku ji şer re na ji kedkaran re butçe. Bi vê butçeyê dixwazin aşitî, biratî û demokrasiyê ji holê rakin. Butçeya 2020’an butçeya şer e. Ji gel, perwerdehî û tenduristiyê re butçe tune. Tenê ji patronan re butçe heye. "Sedema qeyrana aborî butçeya şer e. Ji bo butçeya gel, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   JI ESNAF Û KEDKARAN RE BUTÇE TUNE   Nunerê Şaxa Egîtîm Sena Cizîrê Mesût Aslan jî da zanîn ku bi dengen AKP-MHP’ê butçeya şer di meclîsê de derbas kirin û got: “Mirovên tirsonek, ji berxwedanê ditirsin. Gotina ‘ji şer re na’ sûc dihesibînin. Em li dijî polîtîkayên şer in. Hikumeta AKP-MHP’ê mafê 81 milyon mirovan pêşkeşî çend mirovên xwe dike. Ji bo ku kesên alîgirên xwe butçeyê erê dikin. Butçe ji bo gel, hilberînêr, esnaf, kedkar, karmend û karkeran re butçe tune. Kesên ji xizaniyê întihar dikin hene."    ‘KEDKAR SAL BI SAL FEQÎR BÛN'    Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) yê Erxeniya Amedê Cebraîl Akboyûn jî diyar kir ku ji roja AKP bû desthilatdar heta îro sal bi sal butçeya kedkaran kêm dike ya patronan mezin dike û got: "Di pevajoya AKP'ê de kedkar tim feqîr bûn, bêkarî zêde bû. Divê kedkar jî li dijî vê bibin yek. Êdî AKP nikare dewletê bi rêve bibe. Kedkar ji bo vê desthilatdariyê têk bibin divê bi her awayî têbikoşin.”   ‘DIVÊ EM ZÊDETIR LI BERXWE BIDIN’   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) Eylem Salar jî destnîşan kirin ku li dijî butçeyê biryar girtin ku li çar aliyê welat mîtînga li dar bixin û wiha got: “Me di 8’Kanûnê de li Stenbolê, 21’ê Kanûnê de li Mêrsînê, di 22’yê Kanûnê de li Amedê mîtîng li dar xist. Em dê li Îzmîrê jî mîtîngê li dar bibixin. Dema em ketin qadê pankarta me ya 'şer' li ser heye desteser kirin. Ji bo kedkaran para sedî 4 zêde dîtin. Lê butçeya ji bo şer zêde nabînin. Divê em zêdetir li berxwe bidin.”   ‘EFNLASYON JI SEDÎ 30-40 E'    Nunerê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Kanza, Senayî û Enerjiyê (ESM) yê Elihê Feyzî Evrensel jî destnîşan kir ku AKP-MHP  çar sal in, bi şer xwe dide jiyîn û got: "Li gorî lêkolînên KESK û DÎSK’ê enflasyon sedî 30-40’e. Ji ceryan û gaza xwezayî re sedî 40 enflasyon çêbûye. Sendîkayên alîgirên wan milê xwe dane hev û ji sedî 4 butçe dan kedkaran. ev şaş e. Encax em bi berxwedan û rêxistinkirinê dikarin li hemberî vê bisekinin. Banga me aşitiye."   ‘ÇAVKANIYÊN WELAT HEMÛ FIROTIN’   Hevserokê Şaxa Hêjmar 2’an a Genel-ÎŞ'ê ya DÎSK'ê ya Amedê Hasan Eroglû jî bal kişand ser butçeya 2020’an û got: “Ev butçe ser navê kedkaran nayê qebûl kirin. Ev butçe ji ked û kedkaran re xizmetê nake. Çavkaniyên welat hemû firotin. Sedema qeyranê butçeya şer e."    ‘HER ROJ BALAFIR RADIBIN OPERASYONAN LI DAR DIXIN'   Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) yê Amedê Mehmet Orak jî diyar kir ku butçeya 2020’an herkes dizane ku butçeya şer e û got: “Desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê dixwaze li ser milê kedkaran xwe bide jiyîn. Em vê butçeyê qebûl nakin. Ji bo Kurda krîmînalîze bikin vê dikin. Her roj balafirên şer diçin qadan bombe dikin. Operasyonan li dar dixin. Ev bandorê li aboriyê dike.    ‘EV BUTÇEYA TALANKER Û DIZAN E'    Endamê Şaxa Egîtîm Senê yê Meletiyê Haydar Ogûz jî destnîşan kir ku li dijî butçeya 2020’an derketine qadan û got: “Kedkar û karker xwe di nava vê butçeyê de nabînin. Ev ne butçeya gel e. Butçeya talanker û dizan e. Tirkiye butçeya xwe ji sedî 50-60 dide şer û saziyên parastinê. Em vê butçeyê qebûl nakin.” Li dewletên cîhanê ji sedî 12 butçe ji perwerdehiyê re tê veqetandin. Lê li Tirkiyê ji sedî 2 vediqetînin. Çareya vê divê em li dijî vê yekê têbikoşin.