DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike 2017-12-09 09:55:22 AMED - Rêxistina DBP'ê têkildarî kiryarên qayûmên şaredariyên DBP'ê desteser kirine rapor amade kirin. DBP, dê raporê di 11 kanûnê de aşkere bike. Endamê Meclîsa DBP’ê Abbas Azîzoglu diyar kir ku dê bi vê raporê xebatên qeyûm û xebatên şaredariyên wan bêtir zelal bibin.  Piştî îlankirina rewşa awarte (OHAL) di 11 Îlona 2016’an qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin. Heta niha ji 102 şaredariyên DBP'ê  96 şaredariyên DBP’ê ji destê hevşaredarên DBP'ê hatin girtin û li şûna wan qayûman hatin tayînkirin. Piştî hevşaredar ji peywirê hatin dûrxistin 68 hevşaredarên DBP’î hatin girtin û hêj girtî ne. Qayûmên şaredarî desteser kirin ewil saziyên jinan, parq û kreş girt û xebatên DBP’ê tev rawestandin. Her wiha projeyên DBP'ê jî dan rawestandin. DBP, ji destpêka qayûman heya îro ji kiryar û pêkanînên qayûman rapor amade kir û dê 11 Kanûnê bi raya giştî re parve bike. Endamê Meclîsa Partiya DBP’ê Abbas Azîzoglu anî ziman ku ew plansaziya xebatên 5 salan kiribûn û got ku piştî hatina qayûman xebatên şaredariyan hat rawestandin.   ‘QAYÛMAN BAJARAN VEGERANDIN ŞANTIYEYAN’   Azîzoglu da zanîn ku ew xebatên xwe û xebatên qayûman bînin beramherî hev û rapor amade kirin û derbarê raporê de ev agahî da: “Qayûm sereke karmendên şaredariyê ji kar derxist û budçeya şaredariyê jî vale kirin. Qayûm bajar vegerandin şantiyeyan û çavdêriya xebatê dide. Armanca raporê jî rûyê qayûman derxistina holê ye. Bi raporê tiştên qayûm dibê ‘min kiriye’ û yên ne kirî dê derbikeve holê.”   ‘NÛÇEYÊN DEREW TÊ NIVÎSANDIN’   Azîzoglu dest nîşan kir qayûm bi riya çapemeniya tirk nûçeyên derew li ser xebatên xwe di nivîsandin û wiha berdewam kir: “Bi raporê hişmendiya şaredarîvaniyê aşkere bikin. Xebatên me yên ji îro pê de jî di raporê de ye. Bi riya qayûman ne bes hevşaredarên me ji peywir hatin dûrxistin, li pêşiya xizmetê jî hat girtin. Bi mînakên şênber gelê xwe agahdar bikin.”   ‘RÛYÊ QAYÛMAN DERBÊXIN HOLÊ’   Azîzoglu diyar kir ku ew dê bi raporê xebatên xwe yên ji beriya qayûman jî rêz bikin û wiha got: “Bi raporê rastiya qayûmên ev salek zêdetir e xizmetê ji gel re nekirî derdikeve holê. Ka em binêrin me çikiriye, qayûman çi nekiriye.”   MA / Ozgur Paksoy