Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin 2019-12-24 09:14:59 AMED - Derbarê polîs Abdûllah E. ku Hêlîn Şen a 12 salî kuştibû bi "kuştina qusûrdar" îdianame hatibû amadekirin, lê belê derbarê îdianameyê de biryara "nepeywirdariyê" hatibû dayîn û ji Girtîgeha Cezayê Giran re hatibû şandin. Derket holê ku ne bi "kuştina qesdî ya mihtemel" lê bi "kuştina qusûrdar" doz hatiye vekirin.  Di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê, Hêlîn Hasret Şen a 12 salî hatibû kuştin. Piştî vê derbarê polîs Abdûllah E. de bi "kuştina qesdî" îdianame hatibû amadekirin. Paşê îdianame dîsa ji dozgeriyê re hatibû şandin û bi "kuştina qusûrdar" hatibû amadekirin û ji Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê re hatibû şandin. Dadgehê jî ji bo îdianameyê biryara nepeywirdariyê dabû û ji dadgeha cezayê giran re şandibû.    Îdianame pêşî bi "kuştina qesdî" hatibû amadekirin. Lê belê bi hinceta "şaşitiya di xaleke sewqê" de îdianame ji Dozgeriya Buroya Lêpirsînkirina Sûcên Karmendan re hatibû şandin. Dozgeriyê jî wesfa sûcê guherand û bi "kuştina qusûrdar" îdianame amade kir.    Lê belê Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê jî ji bo îdianameya bi "kuştina bi qusûrdar a bi zanebûnî" got, "kuştina qesdî ya mihtemel" û biryara nepeywirdariyê da.    Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê, xwest bersûc bi kuştina qesdî ya mihtemel bê cezakirin û dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand. Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar jî dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Amedê re şand. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Amedê jî biryara nepeywirdariyê ya Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê kir hincet û ne bi "kuştina qesdî ya mihtemel", lê bi "kuştina qisûrdar" îdianame qebûl kir.    Wê danişîna dozê di nêz de pêk bê.    MA / Aydin Atay