Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin 2019-12-24 09:14:27 AMED - Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo serlêdanên Partiya Vatanê yên derbasê Seyîd Riza û Şêx Seîd de, got gerek kurd bi "yekîtiyê" bersivê bide van kesên êrîşî nirxên wan dikin.  Partiya Vatanê, ji bo li Amed û Dêrsimê nav û sembolên aîdî Şêx Seîd û Seyîd Riza bên rakirin, serî li walîtî û şaredariyan dabû. Piştî vê raya giştî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dabû. Serokê Komeleya Şêx Sedî neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, bibîr xist li ser nirx û çanda kurdan êrîşeke topyekûn heye û got, ev êrîş nêzî sed sal in bi komkujiyan dewam dikin.    ‘PERÎNÇEK ZILAMÊ QESRÊ YE'    Firat, da zanîn ku 40 roj berê komeleya wan ji bo cenazeyê Şêx Seîd bê dîtin komîsyonek ava kiriye û got, piştî vê komîsyonê hewldanên bi vî rengî dest pê kirine. Firat, got: "Ev hewldan ji bo bicihbûna li qesrê ne. Ji xwe Perînçek jî zilamê qesrê ye. Dixwaze peyamê bide hin cihan. Lê hûn nikarin bi kuştinê tiştekî jî safî bikin. Hûn nikarin tiştekî jî bi ser tiştekî bixin".    Firat, destnîşan kir ku niha di pêvajoyeke wisa de ne ku înkar û îmhakirina kurdan tê xwestin û got: "Divê dev ji vê helwestê bê berda. Armancek wan heye ew jî jiholêrakirina kurda ye. Lê bila baş zanibin wê kurd bi paş ve gav neavêjin. Kurd neqediyane, hem di bin axê hem jî lis er axê kurd hene. Wê tim jî hebin. Bila Perînçek jî û yên din jî baş vê yekê zanibin".    ‘EW RÛMETA KURDA NE'    Firat, destnîşan kir ku Şêx Seîd û Seyîd Riza ew kes in ku ji bo gelê kurd xwe fida kirine û got: "Ew rûmeta kurda ne. Navê Şêx Seîd ê li meydana hat darvekirin hat kirin jî tamûl nakin. Bila ev kes zanibin ku ev êrîş hem Şêx Seîd hem jî Seyîd Riza bilintir dikin".    YEKÎTΠ   Firat, bal kişand ser yekîtiya kurdan a li hemberî êrîşên li ser nirxên kurdan û got: "Kurd, li he rçar perçeyan tên kuştin. Êdî bes e. Cenazeyên wan nadin wan. Nirxên wan tên binpêkirin. Divê kurd bi yekîtiyê bersivan van êrîşan bidin".    Firat, da zanîn ku ew ê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek û partiya wî bikin.