Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin 2019-12-23 13:44:43 SEMSÛR – Dozgerê wê serdemê Ahmet Kul ê ku divê di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê wek “şahid” bihata guhdarkirin, dîsa neanîn danişînê. Parêzeran bertek nîşanî neanîna dozger dan. Danişîna 10’emîn a Doza JÎTEM’a Kerboranê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin. Ev doz têkildarî windakirina 3 zarok 8 kesên di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibûn windakirin vebûye. Doz bi hênceta ewlehiyê ji Mêrdînê sewqî Semsûrê hatibû kirin.    Di danişîna beriya niha de hatibû xwestin ku bersûc werin girtin, lê hat zanîn ku daxwaza parêzeran hatiye redkirin. Ji eskerên wê demê Ahmet Çîçek divê bi darê zorê bianîna danişînê û her wiha dozgerê wê demê yê Kerboranê Ahmet Kul jî bianîna danişînê wek “şahid” bihata guhdarkirin.    Bersûcan mezareta xwe ji bo dadgehê ragihandine û beşdarî danişînê nebûn. Tenê xizmên windayan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Di danişîna ku dozger Ahmet Kul nehat beşdarkirin de parêzerên mexdûran parastin kir. Parêzeran xwest şahid di danişînê de bên guhdarkirin û bersûc jî werin girtin.    Heyeta Dadgehê da zanîn ku ew ê li benda bersiva nivîsa ji bo şahid werin guhdarkirin bisekinin û di çarçoveya nêrîna dozgerê danişînê de dê bersûc neyên girtin. Dadgehê danişîn taloqî 9’ê Adara 2020’an kir.    ‘TENÊ LI BER ÇAVAN DIDARIZÎNIN’    Piştî danişînê, ji parêzerên malbatan Ahmet Ozmen daxuyanî da û bertek nîşanî biryarê da. Ozmen da zanîn ku dosyeyên JÎTEM’ê yên salên 90’î sûcên giran kirine û got: “Tenê li ber çavan darizandinê dikin. Bersûc xwe wek bersûc nabînin û ew tirs û endîşeya cezakirinê bi wan re nîne. Ev sê sal in dozger wek şahid naynin dozê. Divê polîtîkaya bêcezakirinê bidawî bibe.”